Dinya

Ciwanên Resuleynî bi qursên ku piştgiriya Tirkiyeyê hatin vekirin va wê bibin xwedî pîşe

Li Resuleyna navçeya Sûriyeyê ku bi Herekata Kaniya Aştiyê ji YGP/PKKya rêxistina terorê hat paqijkirin, ji bo ciwanan qursên pîşeyî hatin vekirin.

İbrahim Atmaca  | 27.10.2020 - Rojanekırın : 28.10.2020
Ciwanên Resuleynî bi qursên ku piştgiriya Tirkiyeyê hatin vekirin va wê bibin xwedî pîşe

Şanlıurfa
  1.  Li Resuleyna navçeya Sûriyeyê ku bi Herekata Kaniya Aştiyê ji YGP/PKKya rêxistina terorê hat paqijkirin, ji bo ciwanan qursên pîşeyî hatin vekirin.

Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiya Şanliurfayê hat dayîn, li Resuleyna ku bi Herekata Kaniya Aştiyê ji dagirkirina rêxistinên terorê hat xelaskirin û jiyan lê normal bû, bi kordînasyona Navenda Piştgirî û Kordînasyona Sûriyeyê ya Walîtiya Şanliurfayê (SUDKOM) xebat dewam dikin.

Di vê çarçoveyê da Navenda Perwerdeya Gel a Resuleynê hat vekirin û tê da ji bo ciwanan qursên pîşeyî hatin vekirin.

210 kes beşdarî qursan dibin û hîndekarên hoste di qursê da dersên kompîtur, tekstîl, hunerên destan, kuaforî, Tirkî û Îngilizî didin wan.

Bi piştgiriya kesên ku beşdarî qursa tekstîlê dibin rojê dora 2 hezar maskeyên cerahî tên çêkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın