Dinya

Cihûyên tundrev avêtin ser Mescida Eqsayê

Esat Fırat  | 22.06.2021 - Rojanekırın : 23.06.2021
Cihûyên tundrev avêtin ser Mescida Eqsayê

Quds

- Li Qudsa Rojhilat a dagirkirî Cihûyên tundrev digel polêsan ketin hewşa Mescida Eqsayê ya li herêma Bajarê Kevn.

Di daxuyaniya nivîskî ya Rêveberiya Weqfên Îslamî ya Qudsê da hat diyarkirin 46 Cihûyên tundrev yên di nav da haham Yehuda Glîckê parlamenterê berê jî heye ji Deriyê El-Mexarîbeyê yê rojavayê başûrê Mescida Eqsayê (Fas) va avêtin ser Herema Şerîf.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin Cihûyên di bin parastina polêsên Îsraîlê da li hewşa Herema Şerîf geriyan paşê ji mabeda pîroz derketin.

Cihûyên tundrev gelek caran bi vî awayê bi ser Mescida Eqsayê da digirin ku ev yek jî dibe sedema rageşiyê.

- Desthilatiya Rêveberiya Weqfên Îslamî ya Qudsê tê binpêkirin

Di navbera Îsraîl û Urdunê da di 26ê Cotmeha 1994an da peymaneke aştiyê hat îmzekirin. Li gor vê peymanê Mescida Eqsayê di bin kontrola Weqfên Urdunê ya girêdayî Wezareta karên Îslamî û Muqadesatê ya Rêveberiya Weqfên Îslamî ya Qudsê da ye.

Lê Cihû ji 2003yan vir va bêyî destûra weqfê bi biryara Îsraîlê li gel parastina polêsan dikevin mabeda pîroz.

Rêveberiya Weqfên Îslamî ya Qudsê van çûyîn û hatinan wek avêtina ser Mescida Eqsayê bi nav dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın