CEOyê Twîtterê Jack Dorsey ji bo şewba koronayê wê milyarek dolarî bibexşîne
Rêvebirê payebilind ê Twitterê (CEO) Jack Dorsey ji bo têkoşîna dîjî vîrusa koronayê ya nû (Koîid-19) milyarek dolar pere wê bibexşîne.
New York
Rêvebirê payebilind ê Twitterê (CEO) Jack Dorsey ji bo têkoşîna dîjî vîrusa koronayê ya nû (Koîid-19) milyarek dolar pere wê bibexşîne.
Dorsey li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyand ewê ji sedî 28ê serweta xwe yanê milyarek dolar ji bo têkoşîna dijî şewba koronayê bibexşîne.
Dorsey daxuyand ewê vê pereyê li ser sepana Squareê ya ku ew xwediyê wê ye bişîne.
Dorsey got piştî vîrusa koronayê jî ji bo perwerde û tenduristiyê ewê alîkariya zarokên qîz bike, ji bilî vê ewê alîkariya lêkolînên dahata bingehîn yên gerdunî bidomîne.