Dinya

Çapemeniya Iraqê bi berfirehî behsa ziyareta Wezîrê Parastinê Akar ya li Bexdayê kir

Ziyareta Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û Sererkan Orgeneral Yaşar Guler ya li Bexdaya paytextê Iraqê di çapemeniya welêt da bi awayekî berfireh cih girt.

Türkan Tosun   | 19.01.2021
Çapemeniya Iraqê bi berfirehî behsa ziyareta Wezîrê Parastinê Akar ya li Bexdayê kir

Baghdad

 Ziyareta Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û Sererkan Orgeneral Yaşar Guler ya li Bexdaya paytextê Iraqê di çapemeniya welêt da bi awayekî berfireh cih girt.

Rojnameya fermî ya Iraqê Sabahê îro serenava "Di navbera Tirkiye û Iraqê da peymana ewlehiya sînor ya hevpar" bi kar anî û berfirehî behsa hevdîtina Akar û Guler ya bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîr Mistefa Kazimî û Wezîrê Parastinê Cuma Anad ra kir.

Di nûçeyê da hat gotin Serokwezîr Kazimî ji Akar û Guler ra got ew gefxwarin û êrîşeke li hemberî Tirkiyeyê ya ji Iraqê bê kirin qebûl nakin.

Rojnameya Zamanê jî hevdîtinên Akar û Guler ya li Bexdayê nirxand û wiha got: "Kazimî ji Akar ra got ew tehdîdên li hemberî Tirkiyeyê yên ji Iraqê red dikin."

Ajansa Nûçeyan a Iraqê ya Fermî, Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Iraqê, Rojnameya El Medayê û gelek malperên înternetê jî behsa ziyareta Akar kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın