Tolga Akbaba
26 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2026
Hat ragihandin, keştiyeke ku xwest ji Tengava Hurmuzê derbas bibe û ji rotaya ku Îranê destnîşan kiriye averê bû, li mayinê qelibî û di encamê da teqîn çêbû.
Li gorî nûçeya Tesnîma Ajansa Nûçeyan a nîvfermî, di Tengava Hurmuzê da keştiyek li mayinê qelibî.
Di nûçeyê da hat diyarkirin, keştiya navborî ne di wê rotayê da ya ku Îranê destnîşan kiriye, xwest di guzergeheke alternatîf ra ji Tengava Hurmuzê derbas bibe û lewma li mayinê qelibî.
Di nûçeyê da hat balkişandin ku piştî qelibîna li mayinê, di keştiyê da teqîn çêbû. Lêbelê der heqê wê yekê da agahî nehat dayîn ku di bûyerê da kuştî yan jî birîndar hene yan na.