Dinya

Çalakvanên li Iraqê Sûdaniyê navê wî ji bo serokwezirtiyê derbas dibe red dikin

Haydar Şahin  | 14.12.2019 - Rojanekırın : 15.12.2019
Çalakvanên li Iraqê Sûdaniyê navê wî ji bo serokwezirtiyê derbas dibe red dikin

Baghdad

Çalakvanên li Bexdaya paytextê Iraqê bertek nîşanî Mihemed Şiya Sûdaniyê navê wî ji bo serokwezîriyê derbas dibe dan. Nurî Malîkiyê Serokwezîrê berê piştgiriyê dide Sûdanî. Çalakvanan bi diruşmeyan bertek nîşan dan û gotin ku naxwazin ew bibe serokwezîr.

Çalakvanên li Meydana Tehrîrê kom bûn bi diruşmeyên gotin va eşkere kirin red dikin ku Sûdaniyê ji wezîrên berê yê Koalisyona Fethê ya Îranê, Nurî Malîkiyê Serokwezîrê berê û Partiya Dozê piştgiriyê didin bibe serokwezîr.

Çalakvanan berteka xwe bi posterên dabûn destê xwe yên resma Malîkî û Sûdanî li ser in û bi çarpêya sor hatine xêzkirin nîşan dan.

Li Besra, Musenna û Zîqara wilayetên li başûrê welêt jî heman bertek nîşanî Sûdanî dan.

Tê îdia kirin ku xêncî Koalisyona Saîrun a 54 parlamenterên wê hene ya Muqteda Sadrê serokê Tevgera Sadrê, komên Şiî yên din, Kurd û partiyên Sunî jî serokwezîrtiya Sûdanî qebûl nakin.

Li bendê ne ku Berhem Salihê Serokomarê Iraqê hetanî roja duşemê wezifeya avakirina hikûmetê bide Sûdanî.

Sûdanî do diyar kir ku ji Partiya Dozê û Koalisyona Dewleta Qanûnê ya endamê wê ye îstifa kir, bi vê gavê va îdiayên dibêjin ew ê bibe serokwezîr qeyîn kir.

Sûdaniyê endezyarê zîraetê di hikûmeta Malîkî da Wezîrtiya Xebat û Karûbarên Civakî kiribû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın