Dinya

Borrellê Nûnerê Payebilind ê YEyê daxuyand, dilê NATOyê heye ku li Hewlêrê baregeheke duyem veke

Ali Semerci   | 08.09.2021
Borrellê Nûnerê Payebilind ê YEyê daxuyand, dilê NATOyê heye ku li Hewlêrê baregeheke duyem veke

Iraq

 Josep Borrellê Nûnerê Payebilind ê Têkiliyên Dereke û Polîtîkaya Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) got ku dilê NATOyê heye ku li Hewlêra bajarê Iraqê baregeheke duyem veke.

Borrell li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî ra di civîna çapemeniyê ya hevpar da axivî û destnîşan kir ku xebatên şêwirmendên eskerî yên Ewropayî wê li HKIyê dewam bikin.

Borrell got ku HKI ji bo îstiqrara Iraqê û herêmê roleke xwe ya giring heye, wê ewê ji ber têkliyên baş ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kêfxweş bibin û ew ê ji bo xurtbûna van têkiliyan hewl bidin.

Borrell daxuyand, YE biryardar e ku di şerê dijî DEAŞa rêxistina terorê da piştgiriya HKIyê bike, ew dizanin ku koka rêxistinê hê neqeliyaye.

Borrell destnîşan kir ku li Hewlêrê seba şêwirmendên eskerî xebatên wan ên vekirina baregeheke NATOyê ya duyem wê bidome û şêwirmendên eskerî yên YEyê wê li HKIyê xebatên xwe bidomînin.

Borrellê Nûnerê Payebilind ê YEyê duh jî li Bexdayê bi Wezîrê Karên Derva yê Iraqê Fuad Huseyîn ra hevdîtin kiribû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın