Dinya

Blinken diyar kir ku wî di avahiya ku Îsraîlê hilweşand da tu delîlên fealiyetên Hamasê nedît

Emel Öz  | 17.05.2021 - Rojanekırın : 18.05.2021
Blinken diyar kir ku wî di avahiya ku Îsraîlê hilweşand da tu delîlên fealiyetên Hamasê nedît

Ankara

 Antony Blinkenê Wezîrê Karên Derva diyar kir, di avahiya aîdê saziyên çapemeniyê ya ku artêşa Îsraîlê lê xist da wî tu delîl nedît ku Hamasê tê da fealiyet kiriye.

Blinken li Kopenhaga paytextê Danîmarkayê beşdarî civîna çapemeniyê bû û diyar kir ku piştî xerabkirina avahiya saziyên çapemeniyê wî ji Îsraîlê der barê hinceta vê yekê da agahî xwest.

Blinken daxuyand, di avahiya saziyên çapemeniyê ku artêşa Îsraîlê xerab kir da wî tu delîl nedît ku Hamasê tê da fealiyet kiriye û ji bo vê tu agahî nehat ber destê wî.

- Êrîşên ser mensûb û ofîsên çapemeniyê

Îsraîlê êrîşî avahiyên ku ofîsên çapemeniyê tê da ne kir û ofîsên 32 saziyên medyayê hatibû xerabkirin.

Di êrîşan da 10 mensûbên çapemeniyê yên ku li Xezzeyê ser wezîfeyê bûn birîndar bûn, mala 5 kesan zirar dît û ji malbata rojnamegerekî kesek hatibû kuştin.

Di êrîşa ku balafirên şer ên Îsraîlê di 15ê gulanê da kir da jîavahiya ku ofîsên Associated Press (AP) û Al Jazeerayê tê da bûn, hilweşiya û bi erdê ra bû yek.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.