Dinya

Birîna ku 28 sal e nakewe "Qetlîama Xoceliyê"

Ermeniyan 26ê Sibata 1992yan 106 jê jin, 70 jê kal û pîr, 63 jê zarok 613 welatiyên Azerbeycanê wehşiyane kuştin û yek ji qetlîamên herî bi xwînî yên dîroka mirovahiyê pêk anîn.

Önder Beyter, Haydar Şahin  | 26.02.2020 - Rojanekırın : 04.03.2020
Birîna ku 28 sal e nakewe "Qetlîama Xoceliyê"

Baki

Xelkê Azerbeycanê, qurbaniyên qetlîama ku Ermeniyan 26ê Sibata 1992yan li Xoceliyê pêk anî bi bîr tînin.

Qetlîama Xoceliyê ku 28 sal di ser ra derbas bûye, lêbelê hê jî mîna roja ewil êşa wê nû ye, wekî rûpeleke reş ket nava dîroka mirovahiyê.

Ermeniyên ku piştî belavbûna Yekîtiya Sovyetê, li hemberî Azerbeycanê dest bi îdiaya xwedîbûna xakê kirin û êrîş dan destpêkirin. Ermeniyan di rojên dawîn ên sala 1991ê, Xocelî dorpêç kir ku li herêmê bi tenê li vê derê balafirgeh heye û ciyekî stratejîk e.

Ermeniyên ku bi mehan êrîşên xwe ranewestandin, şeva 25ê Sibata 1992yan, bi alîkariya alaya motorîze ya 366emîn a artêşa demê ya Rûsyaya Sovyetê ya li Xankendiyê ji sê milan êrîş kirin.

Ermeniyên ku dagirkirinê têra wan nekir, sivîl bi şêweyeke komî qetil kirin û herwiha bi şêweyên xirab êşkence li dîlan kirin. Ermeniyan bi van kirinên xwe va yek ji qetlîamên herî bi xwînî yên sedsala 20emîn pêk anî. Dîmen û wêneyên ku wê demê hatine kişandin, mezinbûna qetlîamê radixin ber çavan.

Li gor daneyên Serdozgeriya Azerbeycanê, li Xocaliya berê 7 hezar kes lê dijîn 106ê wan jin, 70yê wan kal û pîr, 63yê wan zarok bi tevahî 613 welatiyên Azerbeycanê yên nikaribûn xwe biparêzin hatin kuştin. Ji qetlîamê 487 kes birîndar xilas bûn. Hêzên Ermeniyan 1275 kes hêsîr girtin, ji wan 105 kesan hetanî nika tu xeberek nayê hildan. Ji ber dagirkirina Xocaliyê 170 milyon dolar zirar li dewleta Azerbeycanê ket.

Li gor Azerbeycanê, bûyerên li Xocaliyê tê meneya binpêkirina gelek peyamên wekî Peymana Cenewreyê ya 1949an, Peymana Pêşîlêbirîn û Cezakirina Sûcên Nijadkujiyê ya Neteweyên Yekbûyî, Peymana Mafên Sivîl û Siyasî, Peymana Li Dijî Ceza an Miemeleya Bêrûmet Dihêlin, Li Dijî Mirovahiyê, Zalimtî û Êşkenceyê, Peymana Mafên Zarokan.

Di biryara Dadgeha afên Mirovan a Ewropayê ya 22yê nîsana 2010an da bûyerên li Xocaliyê hevtayê sûcê şer û sûcên li dijî mirovahiyê tên dîtin.

Hetanî nika parlamentoyên 15 welatan û meclisên 16 eyaletên Amerîkayê bûyerên Xocaliyê şermezar kirin û biryar dan ku wekî nijadkujiyê were qebûlkirin.

Azerbeycana hê ji dinyayê ra qala bûyerên li Xocaliyê qewimîn dike ji civaka nevneteweyî dixwaze ku sûcdar werin cezakirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.