Dinya

Biden û Kazimî li ser êrîşên roketê yên dawîn ên li Iraqê axivîn

Önder Beyter  | 24.02.2021 - Rojanekırın : 24.02.2021
Biden û Kazimî li ser êrîşên roketê yên dawîn ên li Iraqê axivîn

Washington DC

 Hat ragihandin, Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li ser êrîşên roketê yên dawîn ên li Iraqê axivîn.

Qesra Spî li ser peywendiya Biden û Kazimî ya bi têlefonê, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Serok piştgiriya Amerîkayê ya ji bo serwerî û serxwebûna Iraqê piştrast kir û lîdertiya Serokwezîr pîroz kir. Herdu li ser êrîşên roketê yên vê axiriyê li dijî personelê Iraqî û yê Hevpeymanê hatibûn kirin sekinîn û di wê mijarê da bi hev kirin ku kiryarên êrîşê bi temamî wekî berpirs bên qebûlkirin."

Di daxuyaniyê da her wisa hat destnîşankirin ku Biden û Kazimî bal kişandin ser girîngiya pêşxistina peywendiyên Amerîka-Iraqê ya bi rêya "Diyaloga Stratejîk".

Li Iraqê li dijî Balafirgeha Hewlêrê ku eskerên Amerîkayê jî lê ne hefteya çûyî, li dijî Herêma Kesk a Bexdayê jî pêr êrîşên roketê hatibûn kirin.

Gelek çavkaniyên herêmê Îranê nîşan didin, lê peywirdarên Amerîkayî diyar kiribûn ku lêkolîna wan a tesbîtkirina kiryarên êrîşan hê temam nebûye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın