Bi rêya qanîkirinê 2 terorîstên din jî teslîm bûn
Wezareta Karên Navxweyî ragihand, 2 terorîstên ku bi xebatên qanîkirinê ji rêxistina terorê PKK/KCKyê revîn, teslîmî hêzên ewlekariyê bûn.
Ankara
Wezareta Karên Navxweyî ragihand, 2 terorîstên ku bi xebatên qanîkirinê ji rêxistina terorê PKK/KCKyê revîn, teslîmî hêzên ewlekariyê bûn.
Li gorî daxuyaniya Wezaretê, mensûbên rêxistinê yên ku bi xebatên qanîkirinê yên Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê û Fermandariya Giştî ya Cendirmeyê teslîmî hêzên ewlekariyê bûn, sala 2010 û 2014an beşdarî rêxistinê bûne û herî dawî jî li Iraq fealiyet kirine.
Bi vî awayî di 2021ê da hejmara terorîstên ku ku bi rêya qanîkirinê ji PKK/KCKyê revîn û teslîm bûn, derket 3yan.