Berî pêşbirka Îtalya-Îsraîlê ya di Seridana Ewropayê ya Kupaya Dinyayê ya 2026an li bajarê Udîneyê ya ku dê pêşbirk lê bihata lîstin bi hezaran kesî Îsraîl protesto kir.
Pêşbirka ku Îtalyaya mazûvan li Stada Blueengryê ya li bajarê Udîneyê bi Îsraîlê ra hat pêşberî hev bi tevdîrên ewlehiyê yên berfireh û xwepêşandanên protestoyê hat lîstin.
Berî pêşbirkê li bajarê Udîneyê bi beşdariya hezaran kesî meşa protestoyê hat lidarxistin û dirûşmeyên wekî "Ji bo Filistînê azadî", "Îsraîlê boyqot bike" hatin berzkirin û di destê xwepêşandêran da pankartên ku li serê "Filistîna azad", "Îsraîla komkuj" nivîsandî hebûn.
Di destê xwepêşandêran bi taybetî bi hinceta ku li Xezeyê komkujiyê dike pankarta li serê "Qarta sor nîşanî Îsraîlê bide" nivîsandî hebû û hat diyarkirin ku divê Îsraîl ji misabeqeyên werzişê yên navneteweyî bê menkirin.
Di meşa protestoyê da di destê hin xwepêşandêran da jî kefenên mezin ên ku li serê navê zarokên ku di êrîşên Îsraîlê da hatin kuştin nivîsandîbû, hebû.
- Hêzên ewlehiyê bi xaza rondikrêj midaxeleyî kesên xwestin heta stadê bimeşin kir
Meşa ku li Meydana Komarê ya li Udîneyê dest pê kir piştî ku gihaşt Meydana 1ê Gulanê komeke xwepêşandêran xwest ku xwepêşandana xwe li stada ku pêşbirk lê tê lîstin jî bidomînin.
Hêzên ewlehiyê rêyên diçin stadê girtin û hin xwepêşandêran jî xwest ku heta stadê bimeşin, li ser vê bûyer derketin. Hêzên ewlehiyê bi ava bitazyîq û xaza rondikrêj avêt ser xwepêşandêran û midaxele kir. Polêsan li hin cihan bi copan jî midaxele kir.
Hin xwepêşandêran jî fişengên hewayî û meşale pêxistin û bertek nîşan dan.
Di bûyerên derketin da hin xwepêşandêr hatin binçavkirin.
Di vê navberê da destpêka pêşbirkê da dema sirûda Îsraîlê hat xwendin bi hezaran temaşevanî fîkand.