Dinya

Bernameya perwerdeya eskerî ya Tirkiyeyê ya ji bo artêşa Lîbyayê mezûnên ewil dan

Li paytext Trablusê ji bo xwendekarên eskerî yên Lîbyayî yên ji bo ku artêşa Lîbyayê bigihêje standartên navneteweyî perwerdeya 8 hefteyan a ku personelê TSKyê da temam kirin merasima mezûniyetê hat lidarxistin

Elif Irmak  | 21.11.2020 - Rojanekırın : 23.11.2020
Bernameya perwerdeya eskerî ya Tirkiyeyê ya ji bo artêşa Lîbyayê mezûnên ewil dan

Trablus

Bernameya perwerdeyê ya ku di çarçoveya "Muxtireya Mutebaqata Hevkariya Eskerî û Ewlehiyê" ya ku par di navbera Tirkiye û Lîbyayê da hat îmzekirin da Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) ji bo xwendekarên eskerî yên Lîbyayî amade kir mezûnên ewil da.

Personelên Fermandariya Koma Peywirê ya Lîbyayê ya TSKyê ji bo ku artêşa Lîbyayê bigihêje standartên navneteweyî seranserê 8 hefteyan perwerde da xwendekarên eskerî yên Lîbyayî. Bi temambûna bernameya perwerdeyê vekirina Navenda Perwerdeyê ya Bejayê ya Mişterek a Omer Muxtar a li paytext Trablusê û Merasima Mezuniyetê ya Perwerdeya Muharebeyên Bingehîn hat lidarxistin.

Alîkarê Serokwezîrê Lîbyyaê Ehmed Muaytîk, Balyozê Trablusê yê Tirkiyeyê Serhat Aksen, Wezîrê Parastinê yê Lîbyayê Selahaddîn Nemruş, Sererkan Orgeneral Mihemed el-Haddad, kademeya fermandariyê û personelên peywirdar ên Fermandariya Koma Peywirê ya Lîbyayê ya Tirkiyeyê û xwendekarên eskerî yên Lîbyayî yên perwerdeya xwe temam kirin beşdarî merasima lu li navenda perwerdeyê ya li Tacuraya taxa Trablusê hat lidarxistin bûn.

Merasim bi xwendine Qur'ana Pîroz û sirûdên neteweyî yên herdu welatan dest pê kir û piştî axaftinan numayîşên perwerdeyê hatin nîşandan.

Yek ji eskerên ku perwerdeya xwe temam kir di merasimê da axivî û got ku "Me ji bo ku Lîbyayê bigihînin aştî û aramiyê vê peywira pîroz bi hestên ji dil hilda ser xwe. Tam du meh berê niha dema ku em tevî vê navenda perwerdeyê bûn vir va fermandarên me yên Lîbyayî û Tirk gelekî baş perwerde dan me. Wekî dê û bavê me dilovanî nîşanê me dan û ji bo ku em çalak û hêzdar bin me perwerde kirin."

Xwendekarên mezûn piştî ku ji bo bîryardariya mezûniyetê plaketa heyamê li kutuka temenê ya li qada merasimê xistin Sirûda Artêşê ya Lîbyayê xwendin. Çalakî bi merasima derbasbûnê ya ligel marşê qediya.

Di navbera Tirkiye û Lîbyayê da ji bo pêşxistina hevkariya ewlehî û eskeriyê di 27ê sermaweza 2019an da muxtireya mutebaqatê hatibû îmzekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın