Dinya

Berdevkê Kremlînê: "Ji bo ku aloziya li Îdlibê zêde nebe em ê hevdîtinên ligel Tirkiyeyê bidomînin"

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ji bo ku aloziya li Îdlibê zêdetir nebe, Rûsya dê hevdîtinên ligel Tirkiyeyê bidomîne

Önder Beyter  | 19.02.2020 - Rojanekırın : 20.02.2020
Berdevkê Kremlînê: "Ji bo ku aloziya li Îdlibê zêde nebe em ê hevdîtinên ligel Tirkiyeyê bidomînin"

Moscou

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ji bo ku aloziya li Îdlibê zêdetir nebe, Rûsya dê hevdîtinên ligel Tirkiyeyê bidomîne.

Peskov li paytext Moskoyê li ser mizakereyên heyetên Tirk û Ûris ên têkildarê mijara Îdlibê, daxuyanî dan rojnamegeran.

Peskov da bibîrxistin ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê da li Soçiyê di maweyeke derbasbûyî ya ji salekê zêdetir da di mijara Sûriyeyê da peyman hatin çêkirin û wiha got, "Em ji van peymanan xweş bûn û ev xweşmayîn dualî bû."

Peskov îdia kir ku li Sûriyeyê hêzên rejimê û tesîsên eskerî yên Ûris ji ser Îdlibê rastî êrîşan tên û wiha dewam kir, "Gava milîtan û komên terorîst ji ser Îdlibê êrîşî hêzên çekarên Sûriyeyê û tesîsên eskerî yên Rûs kirin, me dest ji xweşhaliya ji peymanên ku li Soçiyê hatin îmzekirin, berda. Lêbelê ji bo ku aloziya li Îdlibê zêdetir nebe em ê hevdîtinên ligel Tirkiyeyê bidomînin."

Peskov herwiha diyar kir ku peywendiyeke pilankirî ya li ser têlefonê ya navbera Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn da tuneye û wiha got, "Lê serok ji nêz va di peywendiyê da ne, ji ber vê çendê jî dibe ku di nava çend saetan da peywendiyeke bi vî rengî were eyarkirin."

Peskov, gotina Serokomar Erdogan "Herekata Îdlibê zehf nêzîk e" jî wiha nirxand:

"Niha em ji senaryoya herî xirab dernekevin rê. Heger em qala operasyoneke dijî komên terorîst ên li Îdlibê bikin, ev dê li gorî peymanên Soçiyê bibe. Ji ber ku berterefkirina van komên terorîst ku miqdareke cidî çek û cebilxane di destê wan da heye, di berpirsiyariya Tirkiyeyê da ye. Lêbelê heger ya ku qala wê tê kirin, operasyonek be ku dijî artêşa Sûriyeyê û dijî hikûmeta ku li Sûriyeyê meşrû, wê demê ev senaryo, senaryoya herî xirab e ku dê rû bide."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.