Dinya

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê: "Hê zû ye mirov behsa zêdekirina hêzên NATOyê bike"

23.02.2021
Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê: "Hê zû ye mirov behsa zêdekirina hêzên NATOyê bike"

Baghdad

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê Tehsîn Hafacî diyar kir ku hê zû ye mirov behsa zêdekirina hêzên NATOyê yên li welêt bike.

Hafacî di daxuyaniya xwe ya da têlevîzyona dewletê da mijara zêdekirina hêzên NATOyê yên li Iraqê nirxand.

Hafacî wiha axivî, "Amarên di mijara zêdekirina hêzên NATOyê da ne rast in. Hê zû ye mirov behsa hatina hêzên pêvek û zêdekirina hêzên NATOyê yên mewcûd ên li Iraqê bike."

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg 18ê Sibatê wiha gotibû, "Ji bo piştevaniya hêzên Iraqê ya di têkoşîna wan a dijî terorê da û ji bo ku DEAŞ paşda venegere, me îro biryar da ku em mîsyona NATOyê li Iraqê berfireh bikin. Mîsyona me dê ji 500 personelî derkeve 4 hezarî."









Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın