Dinya

Balyoz Kiliç ji edîtorên Washington Postê ra name şand

Balyozê Washingtonê yê Tirkiyeyê Serdar Kiliç ji edîtorên rojnameya Washington Postê ra name şand û ji ber ku bi nivîsa di rojnameyê da hat weşandin propagandaya PKKya rêxistina terorê kirine rexne kir.

12.07.2019
Balyoz Kiliç ji edîtorên Washington Postê ra name şand

Washington DC

Balyozê Washingtonê yê Tirkiyeyê Serdar Kiliç ji edîtorên rojnameya Washington Postê ra name şand û ji ber ku bi nivîsa di rojnameyê da hat weşandin propagandaya PKKya rêxistina terorê kirine rexne kir.

Ji ber ku Washington Postê hefteyên borî nivîsa Cemîl Bayîkê serkirdeyê PKKyê weşandibû Balyoz Kiliç name nivîsand û ev name di rojnameyê da hat weşandin.

Kiliç di nameya xwe ya bi sernavê "Postê çima cî da gotinên terorîstekî?" da diyar kir dema nivîsa Cemîl Bayîk dîtiye matmayî bûye û got ku Bayîk yek ji avakarên PKKyê ye ku li Tirkiyeyê êrîşên terorê yên hovane kirine.

Serdar Kiliç destnîşan kir Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê ji bona qefaltina Bayîk 4 milyon dolar xelat daniye û got divê Washington Post aciziya şexsê min û ya gelê Tirk ya ji ber weşandina nivîsê ji xwendevan û gelê Amerîkayê ra ragihîne.

Kiliç diyar kir PKK bûye sedema mirina 40 hezar kesî û got ku Tirkiye, Amerîka, NATO û dewletên Yekîtiya Ewropayê PKKyê wek rêxistina terorê pênase dikin.

Serdar Kiliç destnîşan kir xelkê Amerîkayê dema nivîseke bi destê Usame bîn Ladîn hatibe nivîsandin bixwînin çi hîs bikin gelê Tirk dema ev nivîs xwendin heman tişt hîs kirin.

Washington Postê di 5ê Hezîranê nivîseke Cemîl Bayîkê serkirdeyê PKKyê weşandibû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.