Dinya, Li Xeta Eniya Azerbaycanê

Azerbeycanê dest bi hilberîna bilez a droneên kamîkaze yên cureya nû kir

Önder Beyter  | 22.10.2020 - Rojanekırın : 22.10.2020
Azerbeycanê dest bi hilberîna bilez a droneên kamîkaze yên cureya nû kir

Baki

 Li Azerbeycanê hilberîna bilez a firokeyên bêfirokevan ên kamîkaze yên cureya nû dest pê kir.

Di daxuyaniya Wezareta Pîşesaziya Parastina Neteweyî ya Azerbeycanê da hat ragihandin ku hilberîna bilez a firokeyên bêfirokevan ên cureya nû yên ku tesîra wan a kavilkirinê zêde ye, dest pê kir.

Ji ber gotina Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev ku ji bo artêşa Ermenistanê gotibû "Mîna ku mirov berdide kûçikan em berdidin wan", navê "Berdide Kûçikan" li firokeyên nû kirin.

Hat diyarkirin, firokeyên amade radestî artêşa Azerbeycanê kirine.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.