Artêşa Azerbeycanê 6 gund ji dagirkeriya Ermeniyan rizgar kirin
Piştî ku hêzên Ermenî gule berdan cî û warên sivîlên Azerbeycanê, artêşa Azerbeycanê wek bersiv êrîş da destpêkirin û hin niştewarên ku hatibûn dagirkirin, rizgar kirin.
Baki
Piştî ku hêzên Ermenî gule berdan cî û warên sivîlên Azerbeycanê, artêşa Azerbeycanê wek bersiv êrîş da destpêkirin û hin niştewarên ku hatibûn dagirkirin, rizgar kirin.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê Yarbay Anar Eyvazov civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir, gundên Karahanbeylî, Gervend, Gerediz, Abdurrahmanliya Jorîn a herêma Fuzuliyê û gundên Mercanliya Mezin û Nuzgarê ya herêma Cebrayilê ku bi salan bû hatibûn dagirkirin, ketin bin kontrola artêşa Azerbeycanê.
Eyvazov daxuyand ku li aliyê Agdere û Murovdagê jî hin deverên bilind ên stratejîk kontrol hat bidestxistin, ji bo rizgarkirin cî û warên din operasyon dewam dike.
Ji aliyê din va Konseya Ewlehiyê ya Azerbeycanê bi serokatiya Serokomar Îlham Alîyev civiya.