Muhammed Emin Canik
30 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2026
Artêşa Urdinê eşkere kir ku pergalên wan ên parastina asîmanî, 5 mûşekên ku ji Îranê hatin avêtin xistine xwarê.
Li gorî PETRAya ajansa nuçeyan a fermî ya Urdinê, artêşa Urdinê destnîşan kir ku pergalên wan ên parastina asîmanî, destê sibehê 5 mûşekên ku ji Îranê ber bi axa wan va hatin avêtin xistine xwarê.
Di nuçeyê da hat diyarkirin ku ti zirareke canî û maddî çênebûye.
Hate gotin ku Hêzên Çekdar ên Urdinê parastina qada asîmanî, gelê xwe û ewlehiya welêt didomînin û li dijî hemû gefan di rewşa amadeyiyê da ne.
Di demekê da ku DYA êrîşên xwe yên li dijî Îranê didomîne, Îranê dibêje ku ew baregehên eskerî yên DYAyê yên li welatên herêmê dike armanc.