Islam Doğru
15 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2026
Artêşa DYAyê îro ragihand ku wan êrîşên asmanî yên îlawe li dijî Îranê pêk anîne û dorpêça deryayî ya li dijî Îranê dê bi dema Tirkiyê saet 23:00an (bi dema rojhilat a DYAyê saet 16.00an) bikeve rewacê.
Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTCOM) li ser hesabê medyaya civakî parvekirinek kir.
Di parvekirinê da wiha hat gotin, "CENTCOMê îro bi bi dema rojhilat a DYAyê saet 16.00an, êrîşeke din a asmanî li dijî Îranê da destpêkirin, ji bo ku şiyanên Îranê yên êrîşkirina li ser keştîyên bazirganî li Tengava Hurmuzê qels bike."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku êrîş di demekê da hatine kirin ku hêzên DYAyê amadekariyên ji bo vegerandina dorpêça deryayî ya li ser bender û deverên peravê yên Îranê dikirin, û hat gotin ku dorpêç dê bi dema Tirkiyeyê saet 23:00an (bi dema rojhilatê DYAyê saet 16:00an) da bikeve rewacê.