Dinya

Artêşa Azerbaycanê balafireke şer ya artêşa Ermenistanê ya Su-25an xist

Türkan Tosun   | 18.10.2020
Artêşa Azerbaycanê balafireke şer ya artêşa Ermenistanê ya Su-25an xist

Baki

 Artêşa Azerbaycanê balafireke şer ya artêşa Ermenistanê ya Su-25an xist.

Li gor daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê îro bi saeta herêmî di saet 12.30an da balafireke şer ya artêşa Ermenistanê ya Su-25an xwest li aliyê Cebraîlê êrîşî artêşa Azerbaycanê bike.

Hat daxuyandin hêzên parastina esmanî yên Azerbaycanê balafir îmha kirin.

Artêşa Azerbaycanê duh jî balafireke şer ya artêşa Ermenistanê ya Su-25an xistibû.

-Artêşa Azerbeycanê pêşî li ber hewildana êrîşê ya artêşa Ermenistanê girt

Hat ragihandin ku artêşa Ermenistanê digel agirbesta berwext a seba rewşa însanî êrîşan dike û artêşa Azerbeycanê pêşî li ber van êrîşan girt.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê hat dayîn, artêşa Ermenistanê li deverên cuda yên eniyê bi top û hewanan rageşiyê derdixe.

Hat gotin ku artêşa Ermenistanê li aliyê Agdere, Fuzulî, Hadrut û Cebraîlê teşebisê êrîşê kir û artêşa Azerbeycanê pêşî li van êrîşan girt.

Azerbeycan û Ermenistan ji bo rewşa însanî li ser agirbesteke berwext li hev kir û agirbest li gor saeta herêmî îro di 00.00î da ketibû rewacê.

 - Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê: "Ermenistanê li ser sînor jî agirbest binpê kir"

Hat ragihandin ku artêşa Ermenistanê li herêmên sînor ên bi Azerbeycanê ra jî agirbest binpê kir.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê hat dayîn, artêşa Ermenistanê di navbera saet 00.05-04.00ê da ji herêmên Çemberek û Berdê yên Ermenistanê bi çekên mezin ên bikalîbre va gule berdan kozikên Azerbeycanê yên aliyê herêmên Gedebey û Tovuza Azerbeycanê.

Azerbeycan û Ermenistan ji bo rewşa însanî li ser agirbesteke berwext li hev kiribû û agirbest li gor saeta herêmî îro di 00.00î da ketibû rewacê.

 -Ermenistanê êrîşî axa Azerbaycanê kir

Hat ragihandin artêşa Ermenistanê êrîşî Axdama bajarê Azerbaycanê kir.

Li gor daxuyaniya Wezareta Parastina Azerbaycanê hêzên çekdar ên Ermenistanê êrîşî axa Axdamê kirin.

Azerbeycan û Ermenistan ji bo rewşa însanî ya li ser agirbesteke berwext li hev kiribûn û agirbest li gor saeta herêmî îro di 00.00î da ketibû rewacê.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın