Hakan Çopur
18 Hezîran 2026•Rojanekirin: 18 Hezîran 2026
Fermandariya Cendirmeyan a Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) eşkere kir ku dorpêçiya behrê ya Amerîkayê ya dijî Îranê ji îro va hat rakirin lêbelê hêmanên artêşa Amerîkayê ji bo ku jê bawer bibin ku Îran hikmên mutebaqatû bi awayekî tam bi cî tîne dê li herêmê bimînin.
CENTCOMê piştî zebta mutebaqatê ya ku di navbera Amerîka û Îranê da hat îmzekirin der barê dorpêçiya behr ya dijî Îranê da ji ser hesabê xwe yê platforma civakî ya şirketa Xê ya navenda wê Amerîka ye daxuyanî da.
Di daxuyaniya artêşa Amerîkayê da hat gotin ku "Îro hêzên Amerîkayê di çarçoveya telîmata Serok da dorpêçiya li ser hemû trafîka behrê ya ku dikeve bendergeh û herêmên peravên Îranê û jê derdikevin rakir."
Di daxiyaniyê da her wiha hat gotin ku hêmanên artêşa Amerîkayê ji bo ku jê bawer bibin ku Îran hikmên mutebaqatû bi awayekî tam bi cî tîne dê li herêmê bimînin.