Ahmet Dursun
19 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2026
Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îranê hat destnîşankirin, bi dronên kamîkaze va li dijî 2 baregehên DYAyê yên giring ên li Kuweytê êrîş hat kirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, di çarçoveya "operasyona pêla 16em" da ku wekî bersiva êrîşên DYAyê pêk hat, Kampa El-Adîrî ya li Kuweytê ya ku hêzên DYAyê bi kar tîne hat hedefgirtin.
Hat destnîşankirin, di çarçoveya êrîşê da depoya muhîmatê ya artêşa DYAyê hat hedefgirtin.
Di daxuyaniyê da ji xeynî vê hat diyarkirin ku pergalên parastina asîmanî yên Patriot û radara asîmanî yên li Baregeha Asîmanî ya Elî es-Selam jî hatin gulebarankirin.
- Li Behreynê ji ber êrîşên asîmanî sîrenan lê da
Li Behreynê piştî êrîşên asîmanî sîrenan lê da û her wiha bi lêdana sîrenan ra jî bang li gel hat kirin ku biçin cihên ewle.
Di daxuyaniya li ser hesabê Wezareta Karên Navxweyî ya Behreynê ya platforma medyaya civakî Xa navend DYA da hat diyarkirin, ji ber êrîşên asîmanî li tevahiya welêt pergala elerimê ket dewrê û wiha hat gotin, "Em ji welatiyên xwe û kesên li welêt dimînin dixwazin ku sekan bin, biçin cihên ewle yên herî nêzîk û bi rêya qanalên fermî geşedanan bişopînin."
Wekî bersiva êrîşên DYAyê yên dijî Îranê, rêveberiya Tehranê jî êrîşan dibe ser hedefên DYAyê yên li herêma Tengavê.
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê: Ji ber êrîşên DYAyê yên ji 27ê Hezîranê û vir va zêdetirî 50 kesî hatin kuştin
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand, ji 27ê Hezîranê û vir va di êrîşên DYAyê da zêdetirî 50 kesî hatin kuştin û zêdetirî 517 kesî jî birîndar bûn.
Huseyîn Kîrmanpûrê Berdevkê Wezareta Tenduristiyê li ser hesabê xwe yê platforma medyaya civakî Xa navend DYA, agahiyên dawîn ên biwarê êrîşan parve kirin.
Kîrmanpûr destnîşan kir ku ji 27ê Hezîranê û vir va di êrîşên DYAyê da zêdetirî 50 kesî hatin kuştin û zêdetirî 517 kesî jî birîndar bûn ku di navê da jin û zarok jî hene.
Kîrmanpûr bal kişand ku li nexweşxaneyan tedawiya hin birîndaran didome, 468 kes jî piştiyê tedawiyê bo malên xwe hatin şandin.