Dinya

Anketeke li Amerîkayê nîşan da ku gel biserketina Bîden zêdetir ji ber têkçûna Trump kêfxweş e

Türkan Tosun   | 19.11.2020
Anketeke li Amerîkayê nîşan da ku gel biserketina Bîden zêdetir ji ber têkçûna Trump kêfxweş e

Washington DC

Anketeke li Amerîkayê hat kirin nîşan da ku gel ji ber hilbijartina Joe Bîden zêdetir kêfxweş e ku Serokê Amerîkayê yê nû Donald Trump di hilbijartinan da têk çû.

Zanîngeha Monmountê der barê hilbijartina serokatiyê ya ku di 3yê mijdarê çêbû da anketek çêkir û encamên wê yên di raya giştî da çêbûn lêkolîn kir.

Kesên beşdarî anketê bûn jê ji sedî 34an gotin ew kêfxweş in ku Trump di hilbijartinan da têk çûye, ji sedî 25an jî got ew kêfxweş in ku Bîden bi ser ketiye. Ji sedî 41 kesî jî der barê mijarê da tu fikr û raman bilêv nekirin.

Ji hêla din ji sedî 73yê hilbijêrên ray dane Bîden jî gotin ew kêfxweş in ku Trump têk çû.

Ji sedî 26ê hilbijêran gotin ew xemgîn in ku Trump têk çû, ji sedî 36ê hilbijêran jî anîn ziman ew xemgînin ku Bîden bi ser ket.

Ji sedî 60ê hilbijêran anîn ziman li gor baweriya wan Bîden bi heqê xwe hilbijartin qezenc kiriye, ji sedî 32yê wan jî gotin ew îdiayên Trump yên ku dibêje di hilbijatinan da hîle hatiye kirin bawer dikin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın