Dinya

Amerîkayê Îran sûcdar kir

Nîkkî Haleya Nûnera Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî ya Amerîkayê îdia kir ku di nav van mehên dawîn da Îran zêde di ser Iraqê da diçe û wiha axivî: "Alîgirên Îranê yên li Iraqê bi eşkere perwerdeyê dibînin. Sîlahên ji Tehranê tên bi kar tînin."

Haydar Şahin  | 21.09.2018 - Rojanekırın : 22.09.2018
Amerîkayê Îran sûcdar kir

New York

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ

Nîkkî Haleya Nûnera Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Amerîkayê îdia kir ku di nav van mehên dawîn da Îran zêde di ser Iraqê da diçe û wiha axivî: "Alîgirên Îranê yên li Iraqê bi eşkere perwerdeyê dibînin. Sîlahên ji Tehranê tên bi kar tînin. Di nav xeberên tên ber destê me da tê gotin ku Îran piştgiriya fuzeyên balîstîk jî dide."

Haleyê di civîna Rojhilata Navîn a li ser Filistînê ya li Konseya Ewlekariyê ya NYyê da axaftina li ser Filistînê red kir û dîsa Îran sûcdar kir.

Haleyê di konseyê da îdia kir ku zêde di ser Îsraîlê da diçin û wiha pê da çû:

"Li Rojhilata Navîn bi tenê welatek dibe sedema pevçûnan û bê îstiqrariyê çêdike, ew jî Îsraîl nîne Îran e. Hedefa Îranê ya li ser Iraqê ew e ku ji bo sîlahên ji Tehranê tên Behra Sipî ji xwe ra navendeke di kontrola xwe da ava bike. Alîgirên Îranê yên li Iraqê bi eşkere perwerdeyê dibînin. Sîlahên ji Tehranê tên bi kar tînin. Di nav xeberên tên ber destê me da tê gotin ku Îran piştgiriya fuzeyên balîstîk jî dide."

Haleyê diyar kir ku Îranê di nav van rojên dawîn da fuze avête Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê û bû sedema kuştina 11 kesî, dibê Konseya Ewlekariyê ya NYyê bala xwebide ser midaxeleya Îranê ya li ser Iraqê.

Haleyê îdia kir ku Îran hewl dide Iraq girêdayî wê bimîne û zeyîf bikeve û wiha axivî: "Pîlana Îranê ew e ku Iraqeke zeyîfketî bi kar bîne û xebatên terorê bidomîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın