Tuğçenur Akgün
27 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2023
Rêvebirên payebilind ên Amerîkayê ragihandin ku li Somaliyê ji rêvebirên payebilind ên DEAŞa rêxistina terorê Bîlal es-Sûdanî û 10 endamên rêxistinê di operasyonê da hatin kuştin.
Du rêvebirên payebilind ên Amerîkayî ku nexwestin navê xwe bibêjin bi civîna online daxuyanî dan endamên çapemeniyê û diyar kirin ji bo qefaltina Sûdanî li bakurê Somaliyê bi ser şikeftekê da girtin.
Rayedaran gotin ku bi operasyona hêzên Amerîkayê ya ser şikeftê şer derket û Sûdanî di wî şerî da hat kuştin û eskerekî Amerîkayê birîndar bû.
Hat gotin ku ji bo berterefkirina Sûdaniyê Efxanistan û parzemîna Afrîkayê jî tev li çar aliyê dinyayê ji hêla lojîstîk û fînansê va piştgiriya DEAŞê dike bi mehan xebat hat kirin û Serokê Amerîkayê Joe Bîden jî serê vê hefteyê operasyona dijî Sûdanî pesend kir.