Dinya

Amerîkayê li Sûriyeyê êrîşî komên Îran piştgiriyê dide wan kir

Haydar Şahin  | 26.02.2021 - Rojanekırın : 27.02.2021
Amerîkayê li Sûriyeyê êrîşî komên Îran piştgiriyê dide wan kir

Washington DC

 Artêşa Amerîkayê bi hinceta têkiliya wan bi êrîşên li Iraqê ra heye li Sûriyeyê êrîşî komên Îran piştgiriyê dide wan kir.

Rayedarekî parastinê yê Amerîkayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku êrîşî komeke li Sûriyeyê kirin ku Îran piştgiriyê dide wan û got wisa difirkirin ku têkiliya vê komê bi êrîşên li Hewlêr û Bexdayê ra heye.

Rayedar qala hûrgiliyan nekir lê li gor xeberên di medyaya Amerîkayê da hatin weşandin hat îdiakirin ku Joe Bîdenê Serokê Amerîkayê êrîş tesdîq kir û ji hewayê carekê êrîş kirin.

- Amerîkayê, Ketaîb Hîzbullah, Ketaîb Seyîd Şuheda jî tev li tesîsên hin koman xist

John Kîrbyyê Berdevkê Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) daxuyanî da û got, "Li ser telîmata Joe Bîdenê Serok hêzên Amerîkayê li Sûriyeyê êrîşî wargeha komên çekdar ên Îran piştgiriyê dide wan kirin."

Kîrby destnîşan kir ku wekî bersiva êrîşên bi roketan li Iraqê hatin kirin ev êrîşa kirin û wiha pê da çû: "Bi taybetî di vê êrîşê da Ketaîb Hîzbullah, Ketaîb Seyîd Şuheda jî tev li tesîsên hin komên Îran piştgiriyê dide wan xistin û gelek cî hatin xirabkirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın