Dinya

Amerîka û YPG/PKK bi hezaran çekdaran li sînorê Iraqê bi cî dikin

Mohamad Misto, Ömer Koparan, Ethem Emre Özcan, Kasım İleri   | 27.10.2021
Amerîka û YPG/PKK bi hezaran çekdaran li sînorê Iraqê bi cî dikin

Haseke

 Amerîka û YPG/PKKya rêxistina terorê li Sûriyeyê li aliyê sînorê Iraqê hêza çekdar a ji hezaran Erebên mehaneyê didin pêk tê ava kirin û plana wan a sînorê Tirkiyeyê tê mereqkirin.

Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di dawiya sala 2017an da ji bo "pêşîlêbirîna xurtbûna DEAŞê" li Sûriyeyê plana avakirina yekîneyên mihefezeya sînoran dabû destpêkirin lêbelê ji ber zora eskerî û dîplomatîk a Tirkiyeyê plan hatibû sekinandin.

Tirkiyeyê di rêbendana 2018an da Herekata Çiqlê Zeytûnê di cotmeha 2019an da jî Herekata Kaniya Aştiyê kiribû û planên artêşa Amerîkayê xirab kiribû.

- "Eskeriya mecbûrî"

Li gor agahiyên nûçegihanên AAyê ji qadê berhev kirin, di adarê da li ser daxwaza Amerîkayê YPG/PKKya navê "HDS"yê bi kar tîne li rojhilatê Çemê Feratê dest pê kir hêzeke hinek Kurd jî tev a bi piranî ji Ereban pêk tê ava kir.

Rêxistinê bi navê eskeriya mecbûrî gelek Ereb bi zorê dîl girt û ji ber vê li Minbic û Reqayê gelek caran bertek hat nîşandan. YPG/PKKyê gule berî sivîlan da û hin kes hatin kuştin. Piştî ku bûyer zêde bûn jî rêxistinê pêkanîn dabû sekinandin.

- Pereyê Amerîkayê hat

Amerîkayê sazîbûna li sînorê Iraqê ji du aliyan va amade kir, li Heseke û Dêra Zorê li gor sînoran xebitî.

Amerîkayê xeta Hesekeyê da Senadîda şaxa eşîra Carbayê ya bi rêxistinê ra dixebite, xeta Dêra Zorê jî da eşîra Şemarê.

Di nava meha tîrmehê da fermandarên Amerîkayê li Rimeylana bajaroka Hesekeyê bi Ferhat Ebdiyê terorîstê wekî "fermandarê giştî yê HDSyê" tê binavkirin, Yawer Denham ji berpirsyarên koma Senadîdê ra hat ba hev.

Di hevdîtinê da xeberdan ku bi hezaran kesên mehaneyê bidin wan va li sînorê Iraqê hêzê ava bikin.

Ji bo avakirina hêza sînor di tebaxê da li Til Elo û Yarubiyeya herêmên Hesekeyê serîlêdan hatin qebûlkirin.

Amerîka ji bo sînorê ki Dêra Zorê jî bi eşîra Şemarê ra li hev kir.

Rafî Heranê ji eşîra Şemarê jî dermasî serê hêzê kirin. Heran jî bi hezaran serîlêdan kom kir.

- Bi navê Parêzvanên El Cezîreyê tên bicihkirin

Mehane 820 hezar lireyê Sûriyeyê (230 dolar) didin kesên ku serîlêdana wan hat pejirandin û her wiha hejmara kesên ku serîlêdana wan hat pejirandin jî 7 hezar e.

Navê Parêzvanên El Cezîreyê dan koma çekdar a nû.

Piştî perwerdeyeke ku bi qasî 2 hefteyan ajot, wekî destpêk bi hezaran Ereb bi qasî 3 hefte berê li ser sînorê Sûriyeyê yê digel Iraqê hatin bicihkirin.

Fermandarên Amerîkayî û YPG/PKKyî jî li Dêra Zorê digel Heran lêkolînê dikin ku ka dikarin unsûrên nû li ku dera sînor bi cih bikin.

Unsûrên nû li sîloyên Til Elo yên li bajarokê Yarûbiyeyê, li başûrê bajarok rêbendeke ewlekariyê ya 200 metre dûrî sînor, li kirê ber bi başûr jî li gundên Hûza, Selîm û Îskenderûnê hatin bicihkirin.

- Di planên ewil ên Amerîkayê da sînorê Tirkiyeyê jî hebû

Artêşa Amerîkayê foneke mezin terxan kir ku bi hezaran şervanên Ereb bên wergirtin da ku hebûna YPG/PKKyê ya li ser sînorê Iraqê xurt bibe, her wisa ew yek jî ciyê mereqê ye ku Amerîka gelo tiştekî wiha ji bo sînorê Tirkiyeyê jî difikire an na.

Koalîsyona Navneteweyî ya Dijî DEAŞê di 14ê Rêbendana 2018an da eşkere kiribû, ew hêzeke parastina sînor ava dikin ku li bakur dê bêtir ji Kurdan, li ser sînorê Iraqê jî bêtir dê ji Ereban pêk were. Serokomar Recep Tayyip Erdogan di 15ê Rêbendanê da di axaftineke xwe da ji bo hêza navlêkirî wiha gotibû, "Amerîkayê ew yek anî ziman ku li ser sînorê me artêşa terorê damezirandiye. A ku dikeve ser milê me jî ew ku berî jidayik bibe, em ê vê artêşa terorê bixeniqînin." 5 roj şûn da jî Herekata Çiqlê Zeytûnê dest pê kiribû.

- Peywirdarên Amerîkayî bêdeng in

AAyê ji Pentagon û Berdevkiya Koalîsyonê pirs kir, piştî cîbicîkirina plana bicihkirina yekîneya girêdayî YPG/PKKyê ya li ser sînorê Iraqê, gelo ew plana wan jî heye ku hejmara unsûrên YPG/PKKyî yên li ser sînorê Tirkiyeyê zêde bikin an na.

Lêbelê herdu dezgehan jî bersiva pirsê nedan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın