Dinya

Amerîkayê li Iraqê bi 36 ton bombe va li hedefên DEAŞê xist

Balafirên şer ên Amerîkayê li Salahaddîna wilayeta Iraqê bi tevahî 36 ton bombe avêt herêma ku DEAŞa rêxistina terorê lê bi cih bûye

11.09.2019
Amerîkayê li Iraqê bi 36 ton bombe va li hedefên DEAŞê xist

Istanbul

Balafirên şer ên Amerîkayê li Salahaddîna wilayeta Iraqê bi tevahî 36 ton bombe avêt herêma ku DEAŞa rêxistina terorê lê bi cih bûye.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya Operasyona Biryardariyê ya Hêza Wezîfeya Hevpar a Amerîkayê, koalîsyona navneteweyî û hêzên Iraqê li Girava Kanûsê ya wilayeta Salahaddînê operasyona hevpar kir û li hedefên DEAŞa rêxistina terorê xistin.

Li gor daxuyaniyê hêzên koalîsyonê bi jetên F-35 û F-15an va operasyon kirin û 36 ton teqemenî avêtin hedefan, tîmên antî-terorê yên Iraqê jî ji bejayê va li hedefên DEAŞê xistin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku operasyonên 2yemîn Tabûra Operasyonên Taybet ji bejayê va dewam dikin, cihên ku terorîstên DEAŞî ji Sûriyeyê ser çolên Mûsilê ra derbasî navçeya Mexmûr û Kerkûkê dibin tên îmhakirin.

Mensûbên DEAŞê hê li deverên çiyayî yên wilayetên Enbar, Diyala, Kerkûk, Salahaddîn û Mûsilê hene û li dijî hêzên ewlehiyê û sivîlan çalakiyan dikin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın