Dinya

Amerîkayê bi pêkutiyan nehişt Rûsya li gundewara Qamişloyê pêş bikeve

Artêşa Amerîkayê li herêmeke rojhilatê Qamişloyê ku eskerên Rûsyayê ji mecbûrî jê vekişiyan derket dewriyeyê

Abdullah Tel   | 05.06.2020
Amerîkayê bi pêkutiyan nehişt Rûsya li gundewara Qamişloyê pêş bikeve

Kamışlı

 Li Sûriyeyê eskerên Rûsyayê yên ku dixwestin li herêmeke rojhilatê navçeya Qamişloya di destê YPG/PKKya rêxistina terorê da ye devera eskerî ava bikin ji ber pêkutiya hêzên Amerîkayê vekişiyan navenda navçeyê.

Rûsya û Amerîkayê li rojhilatê Çemê Feratê ji bo gundewara rojhilatê Qamişloya di dagirkeriya terorîstên YPG/PKKê da ye ketine hev.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hat hildan eskerên Rûsyayê bi armanca nêzî qadên neftê bibe duh serê sibehê li gundê Qasr Dîbê dest bi çêkirina devera eskerî kir lê ji ber pêkutiya artêşa Amerîkayê paşva gav avêtin.

Sê jê fermandarên payebilind 30 eskerên Rûsyayê îro ji dibistana wek devera eskerî bi kar anîn, veqetiyan û hatin navenda navçeya Qamişloyê.

Li ser vê eskerên Amerîkayê jî li heman herêmê derketin dewriyeyê û geriyan.

Eskerên Rûsyayê piştî ku çûn û bi cih bûn li pey wan konvoya Ûris a pê ra amûrên eskerî û lojîstîkê hebûn hat şandin lê hêzên Amerîkayê duh nava rojê ew dan sekinandin paşve şandin.

- Li Qamişloyê gengeşiya di navbera Amerîka û Rûsyayê da

Eskerên Amerîkayê ji serê salê vir va bi dehan carî rê li eskerên Rûsyayê ku dixwestin derbasî herêma Rumeylana qadên neftê lê ne bibin, birî û berê wesayîtên wan zivirand.

Serê mehê jî eskerên Rûsyayê li hemberî eskerên Amerîkayê ku cara ewil xwestin biçin navenda navçeya Qamişloyê rê birî û li ser vê eskerên Amerîkayê zivirîbûn Rumeylanê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın