Dinya

Amerîkayê alîkariya eskerî da 2 lîwayên Pêşmergeyan

Amerîkayê di çarçoveya biryara alîkariya 250 milyon dolarî ya ji bo Pêşmergeyan da wesayîtên bizirx û amûrên lojîstikê teslîmî 2 lîwayan kir.

Haydar Şahin   | 16.09.2020
Amerîkayê alîkariya eskerî da 2 lîwayên Pêşmergeyan

Arbil

 Amerîkayê di çarçoveya biryara alîkariya 250 milyon dolarî ya ji bo Pêşmergeyan da wesayîtên bizirx û amûrên lojîstikê teslîmî 2 lîwayan kir.

Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmergeyan a Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI), Şoreş Îsmaîlê Wezîrê Pêşmergeyan li Hewlêrê bi Matthew Tuellerê Balyozê Bexdayê yê Amerîkayê û heyeta wî ra hat ba hev.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku Îsmaîl û Tueller piştî hevdîtinê ji bo teslîma amûrên eskerî, lojîstikê û wesayîtên bizirx ên Amerîkayê ji Lîwaya Piyadeyan a 14 û 16an ya hêzên Pêşmergeyan ra şandibû merasim li dar xistin.

Îsmaîlê Wezîrê Pêşmergeyan di merasimê da axivî û destnîşan kir ku ev cara ewil nîne ku Amerîka alîkariyê dide wan û wiha pê da çû:

"Me hetanî do bi piştgiriya koalisyona navneteweyî ya dostên me li dijî rêxistina terorê ya herî hov şer kir. Lêbelê em dibînin ku DEAŞ li hin herêmên cuda dîsa derdikeve holê. Ji bo DEAŞa rêxistina terorê ya tehdîda wê dewam dike bi tevahî ji holê were rakirin alîkariya do didan Pêşmergeyan dibê were zêdekirin."

Tuellerê Balyozê Amerîkayê jî got wesayîtên bizirx û techîzat di çarçoveya soza ku Amerîkayê dabû Hewlêrê ya 250 milyon dolarî da hatin dayîn.

Tueller diyar kir ku xêncî vê alîkariyê welatê wan di çarçoveya hêzên koalisyona navneteweyî da jî perwerdeyê didin hêzên Pêşmergeyan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın