Dinya

Alîkarê Bexdadiyê serkeşê DEAŞê li Kerkûkê hat girtin

Ebû Xaldunê terorîst ê alîkarê Ebubekir Bexdadiyê serokê DEAŞê yê hatibû kuştin li Kerkûkê hat girtin.

Haydar Şahin  | 04.12.2019 - Rojanekırın : 05.12.2019
Alîkarê Bexdadiyê serkeşê DEAŞê li Kerkûkê hat girtin

Iraq

 Ebû Xaldunê terorîst ê alîkarê Ebubekir Bexdadiyê serokê DEAŞê yê hatibû kuştin li Kerkûkê hat girtin.

Di daxuyaniya Hucreya Medyaya Ewlekriyê ya artêşa Iraqê da hat diyarkirin ku li ser îxbara hat hildan polêsan operasyon birin ser maleke li Hewiceya navçeya Kerkûkê, di operasyonê da Ebû Xaldunê alîkarê Bexdadî hat derdestkirin.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Ebû Xaldunê bi nasnameya sexte ya li ser navê Şelan Ubeyd digeriya hem alîkariya Bexdadî kiriye hem jî wezifeya "amirtiya eskerî" ya wîlayeta Selaheddînê kiriye.

Ebûbekir Bexdadiyê serkeşê DEAŞa rêxistina terorê cotmeha borî li Îdliba bajarê Sûriyeyê di operasyonê da hatibû kuştin.

Meqamên fermî yên Iraqê di daxuyaniya 2017an da diyar kiribû ku erdê welêt ji DEAŞê hat xilaskirin. Rêxistina terorê ya şaxên wê yên veşartî hene li wîlayetên Selaheddîn, Kerkûk û Diyalayê carcaran êrîşên terorê dike.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.