Alîgirên YPG/PKKyê li Fînlandiyayê çalakî li dar xistin
Ankara
Alîgirên YPG/PKKyê li Helsînkiya paytextê Fînlandiyayê ji ber peymana di navbera Tirkiye û Fînlandiyayê da hat îmzekirin çalakiyek li dar xistin û welêt protesto kirin.
Alîgirên rêxistinê li ber derê Pirtûkxaneya Oodiyê ya li hemberî Meclisa Fînlandiyayê kom bûn û dijî Serokomarê Fînlandiyayê Saulî Nîînîsto û Wezîrê Karên Derva Pekka Haavîsto dirûşme berz kirin.
Alîgirên YPG/PKKyê pîneyên sembola rêxistinê ye dan destên xwe û dirûşmeya "Fînlandiyaya Xwefiroş" û "Ji NATOyê ra Na" berz kirin.
Ji ber ku Fînlandiyayê serî li endamtiya NATOyê kiribû di navbera Sweêd, Tirkiye û Fînlandiyayê da li Madrîda paytextê Îspanyayê Civîneke NATOyê çêbûbû û peymaneke sêalî hatibû îmzekirin.