Dinya

Alema Îslamê li hemberî Fransaya ku piştgiriyê dide heqaretên dijî Hezretî Mihemed bi yekdengî bertek nîşan da

Li Fransayê di serî da Serokomar Emmanuel Macron gelek rayedarên Frensî dijî Îslamê û Hezretî Mihemed daxuyanî dan ku li alema Îslamê ev bû sedema bertekan

Türkan Tosun,İbrahim Atmaca,Önder Beyter   | 26.10.2020
Alema Îslamê li hemberî Fransaya ku piştgiriyê dide heqaretên dijî Hezretî Mihemed bi yekdengî bertek nîşan da

Ankara
 Li Fransayê di serî da Serokomar Emmanuel Macron gelek rayedarên Frensî piştgirî dan karîkaturên ku Hezretî Mihemed biçûk dibînin. Li ser vê welatên Misilman bertek nîşan dan Fransayê û li hemberî wê boykot dan destpêkirin.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di 2yê cotmehê da daxuyandibû ku divê Îslam ji nû ve bê sazkirin û Misilmanan bertek nîşanî wî dabû. Macron ji ber ku Îslamê wek "ev dîn îro li her derê dinyayê di qeyranê da ye' bi nav kir û Îslam hedef nîşan da rastî bertekê tê.

Wezîrê Karên Navxweyî Gerald Darmanin jî di 13ê cotmehê da bi îdiaya "têkoşîna dijî Îslama radîkal" daxuyand ji serê salê vir va 73 mizgeft, dibistan û kargeh hatine girtin. Darmanin got ew li marketan firotina xwarinên helal aciz dibe.

Li Fransayê di 16ê cotmehê da serî mamosteyekî jêkiribûn û hatibû ragihandin mamosteyê hatiye kuştin mamosteyê dîrokê ye û di dersa xwe da ji ber ku karîkaturê Hezretî Mihemed nîşan daye ji hêla êrîşkar va hatiye kuştin.

Piştî vê bûyerê hikûmeta Fransayê daxuyaniyên Îslamê û Misilmanan hedef nîşan didin dan, zexta li ser Misilmanan zêde bû. Macron vê kuştinê wek "terora Îslamî" bi nav kir.
Ji ber ku Serokomar Emmanuel Macron û piştgirên wî li hemberî Misilmanan û saziyên Îslamîdaxuyaniyên wiha dan kirin li welêt êrîş zêde bûn. Li paytext Parîsê 2 jinên sergirtî li nêzkî Kuleya Eyfelê rastî êrîşê hatin. Duh jî 2 birayên welatiyên Urdunê li Parîsê rastî êrîşa nijadperest hatin.

Lê dîsa jî rayedarên Frensî piştgirî dan karîkaturên kovara Charlie Hebdoyê yên Hezretî Mihemed biçûk dibînin û daxuyaniyên xwe yên dijî Îslamê domandin. Macron piştgirî da weşandina karîkaturên ku Hezretî Mihemed biçûk dibînin û ew li hin avahiyên kamuyê hatin daliqandin.

- Li welatên Îslamê kampanyayên dijî ber û berhemên Fransayê hatin destpêkirin.

Tirkiye jî di nav da gelek welatên Îslamê bertek nîşanî Fransayê û daxuyaniyên rayedaran dan. Li van welatan kampanyayên dijî ber û berhemên Fransayê hatin destpêkirin ku ew neyên stendin.

Li ser vê tevgera boykotê Wezareta Karên Derva ya Fransayê duh daxuyaniyeke nivîskî da ku li welatên Misilmanan bila boykota xwarin û berên Fransayê neyê kirin, lê dîsa jî li ser medyaya civakî bang tê kirin ku boykot dewam bikin.

- Ji Tirkiyeyê bertek

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe ya di 7ê cotmehê da bertek nîşanî Macron da û gotinên wî wek provokasyon, bêedebî û bêhedbûn bi nav kir. Erdogan got Macron ji aliyê hiş va nexweş e û divê bê tedawîkiri.

Wezareta Karên Derva jî got kes nikare dînê Îslamê ya aştî û pîroz wiha şîrove bike, ev hedê xwe nezanî ye.

Serokê Kar û Barên Diyanetê Alî Erbaş jî weşandina karîkaturên dijî Hezretî Mihemed û daliqandina wan a li hin avahiyên kamuyê wek dijminatiya Îslamê nirxand û bangî Misilmanan kir ku ew dijî vê bertekê nîşan bidin.

- Ji Teşkîlata Hevkariya Îslamê bang

Teşkîlata Hevkariya Îslamê bangî Fransayê kir ew dev ji van polîtikayên xwe yên zirarê didin hestên Misilmanan berde.

Di daxuyaniyê da hat gotin ew vê êrîşa sîstematîk a li hemberî Misilmanan şermezar dikin.

- Serokwezîrê Pakistanê Xan hişyariya "Hûn Îslamofobiyi xurt dikin"

Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan li ser hesabê xwe yê Twitterê got êrîşa Macron ya li hemberî Îslamê Misilmanan diêşîne û rê li ber Îslamofobiyê vedike.

- Îranê bertek nîşanî pêşengên Frensî da

Hûkmet û meclisa Îranê jî bertek nîşanî çalakiyên dijî Îslamê yên rayedarên Frensî da. Wezareta Karên Derva daxuyand ku heqaret û bêrêziya dijî Hz. Muhammed nayê qebûlkirin û helwesta hikûmeta Frensî nefreta li dijî Misilmanan ji her wextî zêdetir kir.

Hin parlamenter û siyasetmedaran jî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî daxuyanî dan û bertek nîşanî Fransayê dan.

Berteka herî tund Serokê Meclisa Îranê Mihemed Bakir Kalîbaf nîşanî Fransayê da. Kalîbaf li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û wiha got, "Hemû Misilman û bawermendên tewhîdê dijmintiya nemerd a ku pêşengên rijd û bê aqil ên Fransayê dijî Pêxemberê Rehmetê dikin, bi tundî şermezar dikin. Ev xerabiyên van kesên bêrûmet, bê baweriya wan a ji Xwedê û dijmintiya wan a li dijî hemû dînên semawî nîşan dide."

- Li Iraqê konvoya bertekê ya dijî Macron, di protestoyên li Sûriye û Yemenê da bangewaziya boykotajê

Duh li Bexdaya paytextê Iraqê grubek li wesayîtên xwe siwar bûn, bi postera Macron a ku li ser bi xetên sor hatibû xêzkirin va bertek nîşan dan. Welatiyên ku di rê ra derbas dibûn jî piştgirî dan konvoya bertekê ya dijî Macron.

Li Sûriye û Yêmenê jî xwepêşandinên protestoyê hatin lidarxistin û xwepêşandêran pankartên ku li ser "Hezretî Muhammed xeta me ya sor e" vekirin û bangewazî kirin ku malên Fransayê werin boykotkirin. Di xwepêşandinan da posterên Serokomarê Fransayê Macron hatin şewitandin.

Serokê Weqfên Yêmenê Ehmed Atiyye jî li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da, wêneyeke ku li ser "Berên Fransayê boykot bikin, Macron û Fransa heqaretê li pêxemberê ometê dike. Resûlullah xeta me ya sor e" parve kir.

- Xwepêşandêrên li Filistînê Alaya Tirkiyeyê vekirin

Di xwepêşandinên ku li Filistînê hatin lidarxistin da xwepêşandêran alaya Tirkiyeyê vekir, posterê Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron şewitand.

Bi sedan Filistînî beşdarî xwepêşandina ku li Xezeyê hat lidarxistin bû û diyar kirin ku ew daxuyaniyên Macron red dikin.

Xwepêşandêran bi hinceta ku timî Îslam û Hezretî Muhammed diparêze, posterên Serokomar Erdogan û alaya Tirkiyeyê vekirin.

Filistînî li bajaroka Naleynê ya Ramallaha bajarê Şerîeya Rojava ku di binê dagirkirinê da ye, civiyan û pankartên ku li ser "Pêxember xeta sor e. Hey Resûl dê û bavê min ji te ra feda ne. Fransa dewleteke terorîst û nîjadperest e" vekirin.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Hereketa Cîhada Îslamî ya Filistînê hat dayîn jî, ji ber ku Macron girîngiyê nade hestên Misilmanan, tundî û nîjadperestiyê xurt dike.

Berdevkê Hereketê Davud Şîhab jî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got, "Tirkiye li hemberî nîjadperestiya Rojavayê alema Îslamê temsîl dike û Tirkiye wijdana zindî ya Misilmanan e."

Bi heman awayî ji Hamasê jî daxuyaniya nivîskî hat dayîn û hat gotin ku karîkaturên ku bi hinceta azadiya vegotinê tên weşandin û gotinên fermî û yên nefermî yên li Fransayê bi nefrîn tê şopandin.

- Li Kuweytê berteka fermî û bazirganî

Wezîrê Karên Derva yê Kuweytê Ehmed Nasir El Mihemmed El Sebah, Serokê Meclisê Merzûq el-Ganim, Partiya Hereketa Qanûna Bingehîn a Îslamî (HADES) ku şaxa siyasî ya Teşkîlata Birayên Misilman (Îxwan) e û hin parlamenteran daxuyaniyên Serokomarê Fransayê Macron û weşandina karîkaturên ku heqaretê li Hz. Muhammed dikin, şermezar kirin.

Ji aliyê din va Yekîtiya Kooperatîfên Xerîdaran ku li Kuweytê ji 70yî zêdetir zincîrên perakende endamê wê ne, diyar kir ku ji 23yê cotmehê pê va hemû berên Fransayê ji refan hatin rakirin.

- Ji Qeter û Korfezê bertek

Zanîngeha Qeterê bi hinceta "Bi qestî sûîstimalkirina sembol û dînê Îslamê" Hefteya Çandê ya Frensî heta demeke ne diyar taloq kir.

Bi heman awayî li Qeterê marketên perakendeyê yên navdar daxuyand ku berên Fransayê wê ji refan werin rakirin.

Di xwepêşandinên ku li Behreynê hatin lidarxistin da jî bi dowîzên ku li ser "Ya Resûlullah can ji te ra feda ne" helwesta dijî Îslamê ya Fransayê hat protestokirin.

Konseya Tevkariyê ya Korfezê (KÎK) jî daxuyaniyên Macron weke "wareste" pênase kir û diyar kir ku armanca van daxuyaniyan di nav gelan da belakirina çanda nefretê ye.

- STKya Siûdî piştgirî da Fransayê

Li Erebistana Siûdî bangewaziya boykotkirina zincîra supermarketa Frensî li ser medyaya civakî bû etîketa duyem a ku herî zêde hat bikaranîn.

Digel vê berteka ser medyaya civakî ya Siûdî, Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Îslamê ya Dinyayê Mihemed bîn Ebdulkerîm el-Îsa, mulaqat da MBCya têlevîzyona Siûdî û wiha bang kir, "Li welatên ku Misilman lê kêm in, divê guh bidin qanûnên wan welatan û dengê xwe dernexin."

- Li Lîbyayê ji bo hikûmetê bangewaziya "peymana digel şîrketa enerjiyê ya Fransî betal bikin"

Li Lîbyaya ku Fransa bi wê yekê tê tawanbarkirin ku demeke dirêj e piştgiriyê dide serokê derbekar ê nemeşrû, Endamê Konseya Serokatiyê Mihemed Amarî Zayîd gotinên Macron şermerzar kir. Konseya Bilind a Dewletê jî di daxuyaniya xwe ya nivîskî da bangî hikûmetê kir ku peywendiyên aboriyê yên digel Fransayê rawestîne û peymana petrolê ya digel şîrketa mezin a petrolê ya Fransî Totalê betal bike.

- Bangewaziya bo rêveberiya Cezayîrê ya "li hemberî Macron helwestê nîşan bidin"

Di daxuyaniya nivîskî ya Tevgera Civaka Aştiyê ya li Cezayîrê da ji Serokomar Ebdulmecîd Tebûn hat xwestin ku li hemberî Macron helwestê nîşan bide.

Serokomarî di serî da ji hemû saziyên dewletê hat xwestin ku gotinên Macron bên şermezarkirin û her wiha bersiva wê jî bi gavên dîplomatîk, siyasî û aborî bê dayîn.

- Li Fasê ji bo kampanyaya boykotê piştgiriya mezin

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Fasê da jî wiha hat gotin, "Pêkutiya weşandina karîkaturên ku heqaretî Hezretî Mihemed dikin, nîşan dide ku fail ji xweragiriyê dûr in."

Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku heqareta dijî dînê Îslamê û navtêdan bi tu awayî nabe ku wekî azadiya beyanê were nirxandin.

Kampanyaya ku Fasiyan bi diruşma "boykota berhemên Fransî" roj înê dan destpêkirin, li ser medyaya civakî berbelav dibe. Bi hezaran kesên ku di navê da bîrewer, akademîsyen û entelektuel jî hene, ji ser medyaya civakî piştgiriyê didin boykotê.

- Li Libnanê alaya Fransayê hat şewitandin

Li Libnana ku di dîroka welêt da Fransa wekî dagirker tê zanîn, hem ji kuçeyan û hem jî ji otorîteyên dînî berteka dijî Serokomarê Fransayê Macron bilind bû.

Li bajarê Trablusê yê Libnanê komeke xwepêşandêran helwesta Fransayê ya dijî dînê Îslamê protesto kir. Xwepêşandêran alaya Fransayê şewitand, bertek nîşanî Macron da.

- Li Urdinê berhem ji refan hatin rakirin

Wezareta Karên Derva ya Urdinê di daxuyaniya nivîskî da di dilqê azadiya beyanê da weşandina karîkaturan û "hewildanên cudaxwaz ên ku Îslam û terorîzmê kêleka hev nîşan didin" şermezar kir.

Cemaeta Birayên Misilman ên li Urdinê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku Fransa divê ji ber van heqaretên xwe ji ometa Îslamê lêborînê bixwaze.

Bi heman awayî ji ser medyaya civakî hat xwestin ku berhemên Fransî bê boykotkirin û her wiha li welêt li hin zincîre marketan berhemên Fransî ji refan hatin rakirin û wêneyên vê yekê jî di çapemeniyê da belav bû.

- Li Misrê ji Ezherê bertek

Li Misrê Şêxê El-Ezherê Ehmed Tayîb jî di daxuyaniya xwe da wiha got, "Em niha rûbirûyî kampanyayeke palnkirî bûne ku dixwazin Îslamê kaşî nava pevçûneke polîtîk bikin û her wiha bi êrîşa mexsûs a dijî Pêxember jî dixwazin kaosê derxin."

Li Tûnisê jî li başûrê welêt bi hezaran xwepêşandêrên ku li parêzgeha Tatavînê kom bûn, pankartên "Hezretî Mihemed hêla me ya sor e" û "Ya Resûlallah dê û bavê min fedayî te be" vekirin û bang kirin ku berhemên Fransî bên boykotkirin.

- Malezya

Li Malezyayê jî Serokê Lijneya Şêwirmendiyê ya Teşekula Îslamî (MAPIM) Mohd Azmi Abdul Hamid di daxuyaniya xwe ya nivîskî da wiha got, "Daxuyaniyên Macron, cehaleta wî ya der heqê Îslam û Misilmanan da nîşan dide."

Mohd Azmi diyar kir ku Macronê behsa reftarên radîkal ên di nava Misilmanan da dike, yekalî xeber dide û wiha got, "Ev polîtîkaya Macronê ku Îslamofobî û sûcên nefretê yên dijî Misilmanan şermezar nake, cesaretê dide komên dijî Îslamê yên li welatê wî û Ewropayê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın