Mustafa Melih Ahıshalı
09 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2026
Alîkarê Waliyê Eyaleta Bûşehrê ya Îranê Îhsan Cîhaniyan diyar kir, Amerîkayê îro di êrîşên xwe yên danê nîvro da derdora Santrala Nukleerê ya Bûşehrê kir hedef.
Cîhaniyan ji IRNAya ajansa nûçeyên fermî ya Îranê ra der barê mijarê da agahî da.
Alîkarê Walî Cîhaniyan destnîşan kir ku hêzên Amerîkayê derdora Santrala Nukleerê ya Bûşehrê, baregeha eskerî ya li Çogadekê û îskeleyeke masîgiran a li başûrê eyaletê kirin hedef, heta niha der barê kuştiyan da tu êxbar nehatiye hildan.
Cîhaniyan daxuyand, serê sibehê jî Îskeleya Benûdê ya li ser Aselûyeyê rastî êrîşê hat, di bûyerê da agir bi kelekên masîgirên herêmê ket.
Cîhaniyan daxuyand ku li cihê bûyerê xebatên tedqîqat û tesbîta xesaran dan destpêkirin.