Dinya

"Agirberdana Mescida Eqsayê rûreşiya dîroka sûc a siyonîstan e"

Saziya Ezherê ya li Misrê ji bo di sala 1969an da bi destê Cihûyan agirberdana Mescida Eqsayê got kirineke wisa ye ku di dîroka sûc a siyonîstan da hatiye xêzkirin

Haydar Şahin   | 23.08.2019
"Agirberdana Mescida Eqsayê rûreşiya dîroka sûc a siyonîstan e"

Al Qahirah

Saziya Ezherê ya li Misrê ji bo di sala 1969an da bi destê Cihûyan agirberdana Mescida Eqsayê got kirineke wisa ye ku di dîroka sûc a siyonîstan da hatiye xêzkirin.

Saziyê ji bo salvegera 50yî ya agirberdana Mescida Eqsayê daxuyanî da û got, "Ji vir 50 sal berê siyonîstan hewl dan ku Mescida Eqsayê bişewitînin. Di sedsala modern da ev dijmintiya herî mezin e."

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku qundaxkirina Mescida Eqsayê kirineke wisa ye ku di dîroka sûc a siyonîstan da hatiye xêzkirin û delîlê herî mezin ê sûcên siyonîstan e.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Quds erdê Ereban û Filistînê ye û piştgiriyê didin gelê Filistînê, hewlên Cihûkirina Qudsê û êrîşên li dijî miqedesatên Misliman û Xiristiyanan dewam dikin.

Di daxuyaniyê da bal hat kişandin ku civaka navneteweyî geşedanên li Qudsê ji dûr va temaşe dike û hin caran jî alî digre ji ber vê helwestê wan aliyan şermezar dikin.

- Çi bibû?

Dennis Michael Rohanê Cihûyê Awistralyayî di 21ê tebaxa 1969an da ketibû Mescida Eqsayê û agir berî mîhraba Mescida Qibleyê û mînbera hezar salî dabû.

Mescida Qibleyê di sala 636an da bi fermana Hezretî Omerê Xelîfeyê Îslamê di hundirê Harêma Şerîf da hatibû avakirin. Di şewata Rohanê Cihûyê fanatîk derxistibû da "Mînbera Selaheddîn" a ku Selaheddîn Eyûbî bi diyarî dabû mescidê û dîwarê başûr bi tevahî şewitîbûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın