Dinya

2 keştiyên din ên ku dexl û den lê barkirî ne ji Ukraynayê bi rê ket

Sertaç Bulur  | 08.08.2022 - Rojanekırın : 08.08.2022
2 keştiyên din ên ku dexl û den lê barkirî ne ji Ukraynayê bi rê ket

Ankara

 Wezareta Parastina Neteweyî ragihand, 2 keştiyên din ên ku dexl û den lê barkirî ne, ji Ukraynayê bi rê ketin.

Li gor daxuyaniya ku ji wezaretê hat dayîn, di çarçoveya Navenda Kordînasyonê ya Hevpar da ji lîmanên Ukraynayê sewqkirina dexl û den dewam dike.

Îro serê sibehê keştiya bi navê SACURAyê ku 11 hezar ton soya dibe Îtalyayê, keştiya bi navê ARIZONAyê ku 48 hezar û 458 ton garis ji Yuzniyê dibe Îskenderunê, ji Çernomorskê bi rê ket.

Ji aliyê din va duh 4 keştiyên ku ji lîmanên Ukraynayê bi rê ketin û ber bi Stenbolê tên, wê êvarê bigihêjin Stenbolê, sibê werin kontrolkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.