Dildar Baykan Atalay
29 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2026
Serokê Amerîkayê Donald Trump got ji bo bersiva êrîşên dijî hêzên Amerîkayê yên li Urdinê, ew ê "bi awayekî pir tund" êrîşî Îranê bikin.
Nûçegihanê Fox Newsê Trey Yîngst daxuyand ku Trump di pêwendiyeke bi wî ra ya bi telefonê da, êrîşên duh şev yên ku Îranê li ser baregehên Amerîkayê yên li Urdinê kirin, nirxand.
Li gorî agahiya ku Yîngst parve kir, Trump der barê êrîşên navborî da anî ziman ku ew ê bersivê bidin û wiha got "Em ê bi awayekî pir tund êrîşî Îranê bikin."
- Êrîş bi hevkariya Iraqê hatine kirin
Serokê Amerîkayê Trump der barê êrîşên duh şev ên ku Amerîka û Erebistana Siûdî li dijî komên ku Tehran piştgiriyê dide wan ên li Iraqê hatin kirin da jî wiha got: "Ev êrîş bi kordînasyona hikûmeta Iraqê va hatin kirin."
Trump milîsên ku Îran piştgiriya wan dike wekî "penceşêra cîhanê" bi nav kir û got ew difikire ku "hişyariyekê"jî bide van koman.
Der barê hevdîtina xwe ya duh a bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu da jî Trump şîroveya "nûwaze bû" kir û got têkiliyên di navbera her du welatan da xurt bûn.