Dinya

Rûhanî ji bo mizakereyên digel Amerîkayê roniya kesk vêxist:

"Dijmin dixwaze fişarê bike, lê Îran li hemberî vê li ber xwe dide. Heger ku mizakere plan û komployên dijmin têk bibe, wê gavê dê bibe gaveke pêwîst û şoreşger"

Önder Beyter  | 09.12.2019 - Rojanekırın : 10.12.2019
 Rûhanî ji bo mizakereyên digel Amerîkayê roniya kesk vêxist:

Tahran

TEHRAN (AA) - Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî der heqê mizakereyên digel Amerîkayê da wiha got, "Heger ku mizakere plan û komployên dijmin têk bibe, wê gavê dê bibe gaveke pêwîst û şoreşger."

Rûhanî di axaftina xwe ya li Zanîngeha Mamosteyan a li paytext Tehranê da ji bo mizakereyên digel Amerîkayê roniya kesk vêxist.

Rûhanî der heqê mizakereyan da wiha axivî:

"Dijmin dixwaze fişarê bike, lê Îran li hemberî vê li ber xwe dide. Heger ku mizakere plan û komployên dijmin têk bibe, wê gavê dê bibe gaveke pêwîst û şoreşger."

Rûhanî qala zema benzînê ku li welêt bûbû sedema protestoyan jî kir û got ku ligel pêwîstiya wê pê heye, lêbelê hikûmet dê hemû dahatên ji zemê li gel belav bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın