Dinya, Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Maîde T.ya ku PKKyê keça wê revand li pêşiya Meclisa Almanyayê çalakî kir

Maîde T.ya dayika Nilufer T.ya bi destê PKKyê hat revandin li Almanyayê li pêşiya Meclisa Federal (Bundestag) çalakî li dar xist û piştgirî xwest.

21.03.2020 - Rojanekırın : 22.03.2020
 Maîde T.ya ku PKKyê keça wê revand li pêşiya Meclisa Almanyayê çalakî kir

Berlin

 Maîde T.ya dayika Nilufer T.ya bi destê PKKyê hat revandin li Almanyayê li pêşiya Meclisa Federal (Bundestag) çalakî li dar xist û piştgirî xwest.

MaÎde T.yê tîşortê li ser wêneyê Nilufera (20) qîza wê heye li xwe kir û hat pêşiya Meclisa Federal.

Maîde T.yê xwest ku qîza wê paşda bidin wê û Humeyra Çiftçiya Seroka Şaxa Jinan a Yekîtiya Demokratan a Navneteweyî, Serap Mamatiya Seroka Komeleya Jinên Komarparêz, Gulseren Kuçukkaleya Nûnera Komeleya Jinên Pêşîkêş a Berlinê ya Partiya Wetanê jî piştgirî dan çalakiyê.

Maîde T.yê li vê derê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kır ku ji bo dengê xwe bigihîne siyasetmedarên Almanyayê hat vê derê.

Maîde T.yê got ku ji mijdarê vir da ji bo qîza wê vegere malê dixebite, hetanî bigihîje qîza xwe ew ê çalakiyê bidomîne.

Maîde T.yê bangî qîza xwe ya rêxisina terorê revan kir û got, "Qîza min ji bo bêhna te jê neçe min kincên ku te li xwe kiribûn xistine torbe û veşartin. Ji bo bêhn bikim. Êdî bêhna te jî nema. Min gelekî bêriya te kiriye. Ji bo xêra Xwedê êdî me qehr neke. Ez lavayî te dikim lêxe were mala xwe. Ez êdî teyax nadim."

Maîde T. ji bo qîza xwe ji Angela Merkela Serokwezîra Almanyayê û Horst Seehoferê Wezîrê Karên Navxweyî alîkarî xwest.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın