Ahmet Furkan Mercan
30 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2026
Hejmara kesên ku di erdheja li eyaleta Kumamotoyê ya Japonyayê ya di 28ê Tîrmehê bi mezinahiya 7,1ê çêbû da mirin gihîşt 34an.
Li gorî nûçeya televîzyona dewletê NHKyê, rayedarê Walîtiya Eyaleta Kumamotoyê ragihand hejmara kesên ku di erdhejê da mirin gihîşt 34an.
Rayedar daxuyand li tevahiya eyaletê 10 hezar kes li navendên texliyeyê dijîn, 23 hezar malbat bê ceyran in û ava 75 hezar malan jî hatiye birîn.
Sersekreterê Kabîneya Japonyayê Kîhara Mînoru jî rdi daxuyaniya xwe da ragihand piştî erdhejê hewldanên lêgerîn û xelaskirinê li hemberî demê wekî pêşbaziyê tên kirin.
Kîhara behsa bandora erdhejê ya li ser şirketên cîhanî yên ku li herêmê tesîsên wan ên hilberînê hene kir û got niha zehmet e ku meriv der barê bandora wê ya li ser aboriya herêmî da agahiyeke teqez bide.
Li gor Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA), li herêmên Ukî û Hîkawayê di 28ê Tîrmehê da bi saeta herêmî di saet 16.27an da erdhejek çêbû.
Erdheja ku mezinahiya wê 7,1 e, 10 kîlomêtro di binê erdê da çêbû şewat, hilweşîna rê û pireyan jî di nav da li eyaletê bû sedema gelek xisaran.
Li heman eyaletê di Nîsana 2016yan da jî erdhejeke ku mezinahiya wê 7 e çêbûbû û 277 kes miribûn.