Dinya

Li Ewropayê bihayê xaza siruştî di nav du hefteyan da ji sedî 60 zêde bû

Zeynep Beyza Kılıç   | 23.06.2022
 Li Ewropayê bihayê xaza siruştî di nav du hefteyan da ji sedî 60 zêde bû

Ankara

 Bihayê megawatsaet a xaza siruştî ya ku li Ewropayê di 8ê Hezîranê da bi 79,40 ewroyî dihat firotin duh ji sedî 60 zêde bû û derket 127,17 ewroyî.

Bihayê kontrata xaza biqewl a tîrmehê ya ku di TFFya devera bazirganiya xaza siruştî ya navend Hollanda ye û li Ewropayê gelek bi tesîre duh megawatsaetê bi 124,60 ewroyî dest bi rojê kir.

Bihayê megawatsaet a xaza siruştî ya li Ewropayê di 8ê Hezîranê da bi 79,40 ewroyî dihat firotin û ev biha ji destpêka şerê Rûsya Ukraynayê heta niha di nav 4 mehan da asta herî kêm bû. Lê duh zêde bû û bihayê xaza siruştî derket 127,17 ewroyî û di nav du hefteyan da ji sedî 60 zêde bû.

Bihayê megawata xaza sirûştî di 16ê Hezîranê da rojê bi 124,36 ewroyî temam kir û ji 31ê Adarê vir va di asta herî zêde da roj girtibû.

Rûsyayê xaza siruştî ya dişand Ewropayê kêm kir û termînala Freeport LNGê y li Teksasa eyaleta Amerîkayê jî ji ber şewatê hat girtin û ev herdu geşedan bûn sedema zêdebûna bihayê xaza siruştî.

Gazprom a şirketa vejenê ya Ûris di 14ê Hezîranê da daxuyanî da û ragihand ku ji ser xeta Kuzey Akimê sewqa xazê ya 167 milyon metrekup bû daxistin 100 milyon metrekupî. Gazpromê di 16ê Hezîranê da jî ragihand ku ew dikarin bi tenê 67 milyon metrekup xaz temîn bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın