Dinya, Koronavîrus

Îtalya û Spaniyayê ji bo alavên tibî spasiya Tirkiyeyê kir

Nûnertiyên daîmî yên NATOyê yên Îtalya û Spaniyayê ji bo alavên tendursitiyê spasiya Artêşa Tirkiyeyê kir.

İbrahim Atmaca   | 01.04.2020
Îtalya û Spaniyayê ji bo alavên tibî spasiya Tirkiyeyê kir

Brussels Hoofdstedelijk Gewest

 Nûnertiyên daîmî yên NATOyê yên Îtalya û Spaniyayê ji bo alavên tendursitiyê spasiya Artêşa Tirkiyeyê kir.

Nûnertiya Daîmî ya NATOyê ya Îtalyayê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek parve kir û wiha got: "Piştî ku Navenda Kordînasyona Bersiva Afatê ya Ewropa-Atlantîkê hat aktîvekirin, Tirkiyeya mitefîqê me ji Îtalyayê ra alavên tibî dişîne."

Di peyamê da hat gotin, "Em ji bo piştevaniya dostên me yên Tirk, spasdar in." û di peyamê da etîketên "Em bi hev ra xurt in" û "Em NATO" ne cih girtin.

Nûnertiya Daîmî ya NATOyê ya Spaniyayê jî bi peyama "Em di têkoşîna Kovîd-19ê da jî bi hev ra ne" va spasiya Tirkiyeyê kir.

Nûnertiya Daîmî ya NATOyê ya Tirkiyeyê jî wêneya gotina Mewlana Celaleddînê Romî ya li ser kargoyên alavên tibî ya "Li dû bêhêvîtiyê gelek hêvî hene. Li pişt tarîtiyê gelek ronahî heye." parve kir û ji gelê Îtalya û Spaniyayê ra silav şand.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın