Îsraîlê dibistana ku Filistînî tê da diman û hin xanî bombebaran kirin

Istanbul
Hat ragihandin, balafirên şer ên Îsraîlê li bakurê Xeta Xezeyê dibistaneke ku Filistîniyên ji cî û warên xwe bûne tê da diman kir hedef, di bombebarandinê da gelek kes hatin kuştin, gelek kes jî birîndar bûn.
Li gor WAFAya ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê, balafirên şer ên Îsraîlê, li herêma Falucayê ya li bakurê Xezeyê dibistaneke bi navê "Hafsa"yê bobebaran kir.
Di êrîşê da zarok û jin jî di nav da gelek kes hatin kuştin.
Hêzên Îsraîlê li Beyt Lahyaya li bakurê Xezeyê jî herî kêm 9 xanî bombebaran kirin. Di êrîşan da gelek kes hatin kuştin, gelek kes birîndar bûn.
Ji aliyê din va Îsraîlê kûleyên ragihandinê yên Xezeyê kirin hedef.
Hat gotin ku li bakurê Xeta Xezeyê û li bajarê Xezeyê ragihandin bi temamî qut bû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.