Dinya

Îsraîlê di êrîşa bir ser Xazeyê da yek ji giregirên Tevgera Cîhada Îslamî kuşt

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê eşkere kir ku di êrîşên Îsraîlê da yek jê zarokekî 5 salî 8 kes hatin kuştin, 44 kes jî birîndar bûn

Enes Canlı   | 05.08.2022
Îsraîlê di êrîşa bir ser Xazeyê da yek ji giregirên Tevgera Cîhada Îslamî kuşt

Quds

 Di êrîşên ku Îsraîlê bir ser Xeta Xazeyê ya dorpêçkirî da Teysîr el-Caberiyê ku yek ji giregirên Tevgera Cîhada Îslamî ye û 7 kesên din kuşt, 44 kes birîndar bûn.

Dawud Şîhabê Berdevkê Tevgera Cîhada Îslamî daxuyaniyek da qenala televîzyonê ya Al Jazeerayê û got ku di êrîşa Îsraîlê ya ser Xazeyê da Teysîr el-Caberiyê ji giregirên tevgerê hat kuştin.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê jî di daxuyaniya nivîskî da ragihand ku di êrîşên Îsraîlê ya ser Xazeyê da zarokekî 5 salî jî di nav da 8 Filistînî hatin kuştin, 44 kes jî birîndar bûn.

Ji ser çapemeniya civakî dîmenên ku hin cihên li nav Xazeyê hatine hedefkirin û bilindbûna dûmanû hat parvekirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın