Haydar Şahin
31 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2026
Artêşa Pasdarên Şoreşê ya Îranê ragihand ku 2 keştîyên ku hewl didan ji rotayeke din ji Tengava Hurmuzê ra derbas bibin, hatin lêdan, 4 takerên din jî bi lezgînê rotaya xwe guhertine.
Li gorî nûçeya televizyona dewletê ya Îranê Artêşa Pasdarên Şoreşê derbarê keştiyên ku hewl didan ji Tengava Hurmuzê ra derbas bibin daxuyanî da.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku 2 keştiyên hewl didan rotayeke cihê ya "ne qanûnî û ne ewle" bikar bînin û ji Tengava Hurmuzê ra derbas bibin, bi îsabet hatine lêdan û 4 takerên din jî bi lezgînê rotaya xwe guhertine û vegeriyane.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku keştiyan hewl dane ku ji ber "xapandina" DYAyê û di bin "sîwana asîmanî ya artêşa DYAyê" da derbas bibin, û 2 keştiyên ku hişyarî paşguh kirine, hatine lêdan û rawestandin.
Di daxuyaniyê da tekezî hat kirin ku Îran kontrola xwe ya tevahî li ser Tengava Hurmuzê didomîne, û ji ber vê yekê divê guh nedin daxuyaniyên DYAyê.