Ahmet Dursun
16 Hezîran 2026•Rojanekirin: 16 Hezîran 2026
ANKARA (AA) - Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Îranê Mecîd Taht Revançî daxuyand beriya îmzekirina peymana bi Amerîkayê ra ya ku di 14ê Hezîranê navbera herdu welatan da lihevkirin pêk hat, dorpêçiya behrê ya Amerîkayê ya li dijî keştiyên Îranê, bi qismî hat rakirin.
Li gorî çapemeniya Îranê, Revançî di civîna ku Wezîrê Karên Derva Ebas Eraqçî bi balyoz û nûnerên dîplomatîk ên welatên biyanî ra civiya da, bersiva pirsên rojnamevanan da.
Revançî daxuyand di çarçoveya peymana bi Amerîkayê ra vekirina Tengava Hurmuzê û rakirina dorpêçiya li ser behrê ya ku Amerîkayê dikir hatin axaftin û wiha got: "Rakirina dorpêçiya li ser behrê ji destpêkê û vir va ji hêla me va dihat destnîşankirin û beriya ku bê îmzekirin (peyman) dorpêçî bi qismî hat rakirin."
Piştî hevdîtinên bi navbeynkariya Pakistanê ya di navbera Amerîka û Îranê da, Amerîkayê ragihandibû ku aliyan li ser peymaneke armanca wê ew e ku pevçûnên li dijî Îranê bên dawîkirin, li hev kiriye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku welatê wî bi Îranê ra peyman îmze kiriye û Tengava Hurmuzê wê ji roja înê û pê va bi tevahî vekirî be.
Rêveberiya Tehranê jî daxuyandibû ku peyman wê roja înê li Cenevreya bajarê Swîsreyê were îmzekirin.