Dinya

Îranê ragihand, serokê koma dijî rejimê ku li Amerîkayê rêxistinkirî ye hat destgîrkirin

Wezareta Îstixbarata Îranê: "Cemşîd Şarmehdê serkirdeyê rêxistina terorê Tonderê ku çalakiyên çekdar û operasyonên sabotajê yên li Îranê ji Amerîkayê bi rê va dibe, bi destê Wezareta Îstixbaratê hatiye destgîrkirin"

Önder Beyter   | 01.08.2020
Îranê ragihand, serokê koma dijî rejimê ku li Amerîkayê rêxistinkirî ye hat destgîrkirin

Ankara

 Îranê ragihand ku wan serokê komeke dijî rejimê ku li Amerîkayê rêxistinkirî ye û bi wê yekê tê sûcdarkirin ku li welêt çalakiyên terorê pêk tîne, destgîr kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Îstixbarata Îranê da wiha hat gotin, "Cemşîd Şarmehdê serkirdeyê rêxistina terorê Tonderê ku çalakiyên çekdar û operasyonên sabotajê yên li Îranê ji Amerîkayê bi rê va dibe, bi destê Wezareta Îstixbaratê hatiye destgîrkirin."

Rêxistina dijî rejimê û alîgirê monarşiyê ku bi navê "Tonder" û "Meclisa Qraltiya Îranê" tê zanîn û navenda wê li Amerîkayê ye, tê tawanbarkirin ku li welêt êrîşên terorê, çalakiyên çekdar û sabotajan pêk tîne. Rêxistin bi pêkanîna wê êrîşa terorê jî tê tawanbarkirin ku 12ê Nîsana 2018an li bajarê Şîrazê hat kirin û 14 kes mirin, 215 kes jî birîndar bûn.

Cemşîd Şarmehd ku tê destnîşankirin, serokê rêxistinê ye, tê zanîn ku li eyaleta Californiayê ya Amerîkayê li dijî Îranê fealiyetên medyayê dimeşîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.