Dinya

Îranê ji ber daxuyaniyên dijî Îslamê meslehetguzarê Fransayê gazî Wezareta Karên Derva kir

Haydar Şahin   | 27.10.2020
Îranê ji ber daxuyaniyên dijî Îslamê meslehetguzarê Fransayê gazî Wezareta Karên Derva kir

Tahran

 Îranê ji ber ku Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê û rayedarên Fransî karîkaturên Hezretî Muhemmed dikin hedef parastin û daxuyaniyên li dijî Îslamê dan meslehetguzarê li Tehranê yê Fransayê gazî Wezareta Karên Derva kir.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Îranê da hat diyarkirin ku bi destê meqamên Fransayê parastin û weşandina karîkaturên dijî Hezretî Mihemed şermezar dikin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji Florent Aydalotê Mezlehetguzarê Fransayê ra gotin ku gavên meqamên Fransayê diavêjin û pê bi milyonan Mislimanan diêşînin şermezar dikin, vê tu carê qebûl nakin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın