Tolga Akbaba
27 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2026
Hat ragihandin, Îranê bi şev 6 keştî raswestandin ku pergalên xwe girtin û şûna ku ji guzergeha ku Îranê destnîşan kiriye derbas bibin, xwestin ji guzergehên alternatîf ra ji Tengava Hurmuzê biborin.
Rayedarekî navneeşkerekirî yê ji têlevîzyona dewleta Îranê ra axivî, diyar kir ku bi şev 6 keştiyên xwestin ji Tengava Hurmuzê derbas bibin hatin rawestandin.
Rayedar diyar kir ku keştiyên navborî hemû pergalên xwe girtin û xwestin ji guzergeha "dereqanûnî û ne ewle" ya li başûrê Tengava Hurmuzê ra derbas bibin. Rayedarê navborî bal kişand ku ev teşebusa ku bi "navtêdana" artêşa DYAyê pêk hat, bi ser neket.
Ji aliyekî din va hat diyarkirin, ji van keştiyan yekî di dema derbasbûnê da qeza kir, her pêncên din jî bi neçarî vegeriyan Kendava Besrayê.